Civaka sivîl ya Sûdanê – Şoreşgerên her dilwaz

Di têkoşîna demdirêj ya ji bo pêkanîna reformên polîtîk ya Sûdanê de, civaka sivîl her tim roleke karîger lîstiye û Partiya Kongreya Neteweyî ya ku ev 30 sal in serweriyeke stemkarane pêk tîne jî vê yekê dizane.   

Teaser Image Caption
Ligel jinên ji Yekîtiya Koopêratîfên Jinan ya Awadia Kuku

Ji nav analîstên siyasî, kêm kesan dikaribûn kavdanên çar mehên dawî yên li Sûdanê qewimîne, texmîn bikirana. Di 19’ê berfanbarê de, li ber çavan, ji ber ku bihayê nanî bi sê qatan zêdetir bibû, hin numayîşên biçûk dest pê kirin û piştre reaksiyoneke berfireh derkete meydanê û devera partiya desthilatdar jî di nav de, belavî seranserî welêt bû. Di demeke kurt de bi van numayîşan xuya bû ku gelê Sûdanê ji rejîma otorîter ya 30 salan, ji gendeliya berbelav, ji amûrên ewlehiyê yên zexel bêzar bûye û bûye wekî agir û barûdê; Sûdaniyan digotin “êdî bes e”. Omer El Beşîr, di 22’ê sibatê de rewşa awarte ragihand, hikûmeta neteweyî û hikûmetên parêzgehan fesx kir û li şûna wan rayedarên leşkeri û berevaniyê anî ser kar. Lê berevajî wê dîsa jî gelê Sûdanê dev ji numayîşan berneda. Di 6’ê nîsanê de li ber biryargehên artêşê û qesra Serokê Dewletê ya Beşîr, çalakiyeke berfireh ya rûniştinê dest pê kir, pênc roj şûnde jî Beşîr ji text hate xistin. Numayîşkaran, piştî têkçûna Beşîr, bi israr gotin ku Serfermandar Ahmed Avad bîn Avf ê Serokê yekem ê Konseya Derbasbûyîna Leşkerî yê ku li şûna Beşîr hatibû ser kar, kuklayê rejîma berê ye û çalakiyên xwe berdewam kirin. Di 24 saetan kêmtir de  Avf dev ji erka xwe berda û serokekî nû yê bi navê Serfermandar Abdulfettah el-Burhan hate ser kar. Balkêş e ku ev kavdanên ku qewimîn, bi serpereştiya civaka sivîl a ku ji aliyê rejîma berê ve bi xedarî hatibû tepeserkirin, bi pêş ket.     

 

Al Ain, platformeke çapemeniyê ya dîjîtal ya pîralî ye ku zêdetir li ser mesele û deverên Sûdanê yên zêde di nûçeyan de cih nagirin disekine. Al Ain, dixwaze ku vîdyoyan, nûçeyên berfireh û muhtewayên medyaya civakî bi kar bîne û kêmasiya nûçeyên li Sûdanê bi rêya amûrên cuda safî bike. Al Ain, di weşanên xwe de dînamîkên pevçûnê û yên sosyoekonomîk û polîtîk dinirxîne û gelê Sûdanê agahdar dike, nemaze di vê werçerxa tarîxî ya welêt de, beşdarbûna civaka sivîl bizavdar bike.     

Tarîxa Keftûlefteke Sivîl

Ji ber zext û fişarên dewletê û îdareya berbad ya aboriyê, gelek Sûdanî beşdarî tevgereke civaka sivîl ya ciwan û rêkxistî bûn û dest bi biwêjeke erebiya Sûdanê ya ku tê maneya Tasgut Bas (êdî lêxe here) kirin. Piştre bi rêya medyaya civakî û bi piştgiriya gelek kesên canbêzar yên ku xwe ji bo guherînê dikin canfeda, rêxistineke civaka sivîl a bi navê Odeyên Pîşeyî yên Sûdanê (SPA) hate avakirin. SPA’yê, di têkçûna serokekî ku ji gelek raperînên çekdarî û biryarên destgîrkirinê yên navneteweyî filitîbû de, roleke girîng lîst. Lê, hîn ne aşkera ye ku ev dinamîk û ev tevgera civaka sivîl, dê bigihê armanca xwe ya nîhaî yan na.

Di cotmeha 1964’an de Yekîtiya Tebîban û Sendîkaya Peywirdarên Hîndekariyê yên Hartûmê yêkîtiya xwe ava kirin û di nav du rojan de rejîma General Abbud hilweşandin. Pakrewanê yekem ê şoreşê Ahmed el Kureyşî bû ku di kampûsa Zanîngeha Hartûmê de, di pevçûneke di navbera xwendekar û polîsan de hatibû kuştin. Bi heman rengî, di sala 1985’an de, odeyên pîşeyî, serpereştiya meşekê kirin ku piştî wê meşê Serok Cafer Numeyrî ji erkê hate daxistin.

Li ber mîraseke wiha, partiya desthilatdar ya di bin rêbertiya Serokdewlet Omer El Beşîr anku Partiya Kongreya Neteweyî,  ji sala 1989’an - ku bi darê zorê hatibû ser desthilatdariyê- heta niha, hewldanên civaka sivîl ya Sûdanê tepeser û kontrol kir. Serokê nû, rewşa awarte ragihand, partiyên siyasî qedexe kir, li şûna odeyên pîşeyî, saziyên di bin kontrola dewletê de vekir û ji 70 hezaran zêdetir karmend ji wezîfeyê wergirt. Di dawiya salên 1989’an de, Serokê Yekîtiya Tebîban Dr. Meymûn Muhammed Huseyin bangewaziya greva gelemperî kir û beramberî vê bangewaziyê, ji aliyê Beşîr ve bi cezayê mirinê hate mehkûmkirin.

Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di sala 2009’an de Beşîr bi sûcê li dijî mirovahiyê tawanbar kir, partiya desthilatdar, ji bilî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, bi taybetî êrîşî hemû rêxistinên civaka sivîl yên ku bi hevkarîkirina weqfên navneteweyî dihatin tometbarkirin, kir. Tenê di nav wê salê de Sûdanê, 10 rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî yên li Darfûrê dixebitin, ji welat dersînor kirin. Hikûmetê, jixwe di sala 2006’an de Yasaya Sazkirina Humanîteryen û Xebata Dilxwazane (bi navê wê yê zêdetir tê zanîn “yasaya rêxistina civaka sivîl”) xistibû meriyetê. Bi vê yasayê, hêzên ewlekariyê, bi rêya Komîsyona Alîkariya Mirovî (HAC) ya girêdayî dewletê, saziyên ku armanca wan ne kar û qezenc bûn kontrol kir; di nav welêt de dikaribû biryar bida ka divê kîjan sazî li kîjan qadê bixebite.      

Partiya Kongreya Neteweyî ya desthilatdar, her car bergiriyeke mezin da van hewldanên rêxistinên biyanî û herêmî yên li dijî zext û zorê. Di îlona 2013’an de li Hartûma paytext û bajarên din, nêzikî 200 çalakgerên aştiyê ji aliyê hêzên dewletê yên fermî ve hatin kuştin. Salek şûnde, çapemeniyê tomar kir ku 48 aktîvîst ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destgîrkirin. Salek şûnde jî hêzên ewlekariyê dest danîn herî kêm ser 16 rojnameyan û 21 peyamnêr destgîr kirin. Gelek kêm saziyên weşanê yên karibûn li ser piyan bisekinin jî tûşî sansûrê bûn. Peyamnêrê Rojnameya Al Tayyar ê Serbixwe Şamîl Elnûr got ku “di çapxaneya her rojnameyekê de rayedarekî/e ji Îstixbarata Neteweyî û Rêxistina Ewlehiyê cih digire û beriya weşanê rojnameyê sansûr dike.

 

Şamîl Elnûr, peyamnêrê rojnameya Al Tayyarê

Meşrûiyeta gelemperî ya xwe dispêre şayeste û xizmetguzariyên civakî

Li Sûdanê sendîka û yekîtiyên odeyên pîşeyî jî di nav de, di bin zexta li ser civaka sivîl ya organîze de, mirov li derveyî tanzîmkirinên dewletê yên fermî, dest bi çalakiyan kirine. Di vê rewşê de, rêxistinên sivîl yên wek Tora Rojnamegerên Sûdanê, Komîteya Bijîşkan a Sûdanê û Baroya Darfûrê meşrûiyeta xwe ya gelemperî ji pesendkirina hikûmetê nagirin, berevajî wê bi endamtî û şayestebûnê bi dest xistin.  

Yek ji damezrînerê Baroya Darfûrê parêzer Abdulrehman El Qasim, ji bo aşkerakirina tawanên şer li Kordafona Başûr, gelek xebitiye. El Qasim, got “wextê ez li Hartûmê bûm, ez ji aliyê Îstixbarata Neteweyî û Rêxistina Ewlehiyê ve hatim destgîrkirin û ji neçariyê di sala 2012’an de ji welêt reviyam.” Herçend El Qasim bi Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî re xebitîbe jî, xwe ji xezeba hêzên ewlehiyê yên Sûdanê neparastiye.  

 

Abdulrehman el Qasim, Baroya Darfûrê

Ji ber ku civaka sivîl, li şûna hikûmetê hin xizmetguzariyan cîbicî dike û hetta car caran gel ji dewletê diparêze, ji aliyê gel ve zêdetir hate qebûlkirin.  Kesên ku di sektora xizmerguzariyê de dixebitin, bo nimûne jinên çayfiroş, her ku diçe zêdetir tûşî zextên “Polîsên Nîzama Gel” yên ku rayeyên xwe yên herêmî û Yasaya Nîzama Gel  bi kar tînin, tên. Ji ber vê yeke Awadia Kuku, Yekîtiya Kooperatîfên Jinan ava kir. Yekîtî tenê jinên çayfiroş û firoşkarên seyar yên din ji zilma dewletê naparêze, her wiha kreşan û kursên xwendin û nivîsandinê jî vedike. Wekî Awadiayê, gelek rêxistinên ku ji kaniya kevneşopiya civakî ya Sûdanê dermale bûne jî  hene. Bo nimûne têgeha “nafeer”ê (seferberî) ya ku di zimanê erebî de ji lêkera “tevger”ê hatiye dariştin, palpiştî û dilwaziya civakî ya kevneşopiyên Sûdanê nîşan dide. Bo nimûne di sala 2013’an de li Hartûm û derdora wê karesateke lehiyê qewimî û bandoreke neyînî li gelek mirovan kiribû. Di wê karesatê de wextê behsa kêmasiya midaxeleya hikûmetê hat kirin, wê demê bi serpereştiya ciwanan ji bo alîkariya lehîzedeyan, teşebiseke dilxwazî derkete meydanê.   

Di sala 2013’an de ji bo tijekirina valahiya sektora tenduristiyê ya bi kêşe, saziyeke dilxwaz ya bi navê “Emergency Road” hate vekirin. Di Tîrmeha 2015’an de “Emergency Road” li parêzgeha El Cezîreyê, li jiyangeha Faoyê şaxek vekir û di tevahiya sê hefteyên pêşîn de xwîn ji bo nexweşan neql kir, her roj taştê da zarokên ku baş nayên xwedîkirin û xwarina êvarê da nexweşên di nava nivînan de. Di 16’ê gelawêja 2015’an de hikûmeta herêmî ya Faoyê, hemû hesabên bankê û mal û milkên şaxa herêmî da sekinandin, ew îxbarî ewlehiya neteweyî kir û bi hevkariya Îsraîlê tometbar kir.

Daxwaza hesabdayîniyê

Piştî ku “Emergency Road” popûler bû, tevgerên dilxwaz jî derbasî qada tenduristiyê bûn û ji egera vê yekê arîşeyên sektora tibê zêdetir hatin zimên. Di cotmeha 2018’an de 32 fîrmayên ku dermanên sexte îthal dikirin, ji ber ku riayetî standardên îthalkirina dermanan nekiribûn, bi gendeliyê hatin tawanbarkirin. Ev yek bû sedema zêdebûna bihayên dermanan û di mijdara 2016’an de rê li ber çalakiyên bêîteatiya sivîl vekir. Berteka gel encam da û hin qadên nû vekirin. Di rêya serkeftina beşdarbûna sivîl de ev gav, gaveke girîng bûn.

Partiyeke desthilatdar ya ku bi salan e hesabê nade welatiyên xwe, helbet piştgiriya xwe ya gelemperî ya li dijî kêşeyên civaka sivîl û sosyoekonomîk, alternatîfên ku gel afirandiye, zêde kir. Di vê meseleyê de dibe ku nimûneya herî balkêş li Dafûrê diqewime. Li gorî texmînan, di navbera salên 20013-2019’an de milîsên girêdayî hikûmetê û leşker, ji bo tepeserkirina raperîna li Darfûrê û ji bo ku alîgirên civakên etnîk yên hikûmetê bi erden îstîmlaqkirî xelat bikin, 300 hezar kes hatin kuştin û 3 milyon kes jî ji cihên xwe hatin bidûrxistin.  Wekî li çiyayên Nuba û devera Nîla Şîn di nava civakên vederkirî de jî xuya dibe, pevçûnên li Darfûrê, aktîvîzma civaka sivîl gelek bi pêş xist, nemaze jî di nava kesên vederkirî de. 

Nimûneya herî navdar Hawa Salih e. Salih li devera Darfûra Bakur, di bin şert û mercên dijwar de bi kesên vederkirî re xebitiye û ji bilî Darfûrê, ji ber ku şert û mercên ewlehiyê yên dijwar li çiyayên Nûbayê û li Nîla Şîn a Başûr derxist meydanê, Xelata Cesaretê ya Jinan ya Navneteweyî ya 2012’an wergirt. Di sala 20013’an de, bi destpêkirina pevçûnan, xwendekarên Zanîngeha Darfûrê jî, pêşengiya têkoşîna polîtîk ya li dijî hikûmeta Beşîr kirin. kampûsên ku divê bibin navenda perwerdehiyê, di navbera xwendekarên ku ji aliyê partiya desthilatdar û Îstixbarata Neteweyî û Rêxistina Ewlehiyê ve tên destekkirin û yên nêzî komên xwendekarên Darfûrê de, bû wek meydana şerekî mîkrokozmîk. Rêxistinên wek Yekîtiya Xwendekarên Darfûrê û Eniya Gel a Yekgirtî, ji bo ciwanên Darfûrê yên perwerdehiya bilind, bûne wek rizgarkeran. 

 

Îdrid Adem Îdris, li Zanîngeha Omdurman Ahliayê xwendekar e

“Ma jin protesto nekin dê çi bikin?”

Wekî nimûneya Darfûrê, di nava gel de yên herî zêde bêparastî û bindest mane û yên herî zêde beşdarî têkoşîna li dijî rejîmê û civaka sivîl a Sûdanê bûne, jin û ciwan in. Li Sûdanê bi awayekî yasayî keçikên 10 salî dikarin bên zewicandin û li Sûdanê herî zêde jin û zarok ji welatên xwe hatine bidûrxistin, lewre jî divê mirov matmayî nemîne ku jin pêşengtiya numayîşên li dijî rejîmê dikin. Jinên Sûdanî, di çalakiyên protestoyê yên li welêt, her tim cihên xwe girtine, lê herî zêde di sala 2016’an de beşdarî çalakiyên bêîteatiya sivîl û numayîşên li dijî rêjîmê bûn. Zêdebûna bihayê berhemên derman û kozmetîkê û bikaranîna medyaya civakî, gelek jinên Sûdanî yên ku berê daxilî numayîşan nebibûn, di têkoşîna li dijî hikûmetê de teşwîqî çalakiyan kirin. Ji wê rojê ta îro, jinên ku dîtin di şert û mercan de tu guherîn çênebûne, beşdarî çalakvanên ku berê ewqas xuya nebibûn bûn û niha jî bûne parçeyeke protestoyan. Aktîvîsta Sûdanî Sarah Ahmed, got “jinên Sûdanî êdî canbêzar bûne. Hikûmet bi salan e zorê li me dike. Aborî bi temamî têk çûye, jiyan ne tu jiyan e… Ma jin protesto nekin dê çi bikin?”

Têkbirina Beşîr

Serkeftina herî mezin ya têkoşîna li dijî Beşîr ya Odeyên Pîşeyî yên Sûdanê (SPA) ew e ku saziyên civaka sivîl yên curbicur aniye bal hevdu. Ev yek bi saya koordînasyona SPA’yê, pêkanîna hevkariyê, mezinbûna cîhana dîjîtal û hêsanbûna komûnîkasyonê pêk hatiye. Ji dawiya salên 2000’an heta niha, bikaranîna blogan zêde bûn û delîveyên nû yên medyaya civakî, berê beşdarbûna sivîl daye platformên dîjîtal. Di nîveka salên 2010’an de, rêjeya bikaranîna înternetê ji %10’ê derketiye nezikî ji %30’ê; bi vî awayî saziyên wiha biçûk dikarin belavî nav girseyeke berfireh bibin û bi hêsanî organîze bibin.

Bi rêya medyaya civakî, nemaze zêdebûna beşdarbûna jinan, (tiştê di 2013’an de rû daye) hewldanên tepeserkirina numayîşan dijwartir kir. Partiya desthilatdar, di têkoşîna li dijî terorê de miqabilî parvekirina îstixbaratê, mueyîdeyên Amerîkayê da rakirin; ji bo ku qaşo rê li ber koçberiyê bigire, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wek aborî û siyasî hatibû destekkirin. Di vî halî de, ji ber ku desthilatî tirsiya ku dê têkiliyên bi Rojava re xerab bike, loma taktîkên tepeserkirinê yên bi salan e karîger in di numayîşên berfireh yên dawî de bi kar neanî. Li aliyê din Beşîr, di atmosfera berberiyê ya di nava partiya desthilatdar de û piştî ku efserên navîncî û qedemeyên binî, bangewaziya wî ya tepeserkirina protestoyan cîbicî nekirin, wî êdî piştgiriya mezin ya ku ew serwer dihişt, wenda kir.    

Ji bo ku SPA serfiraziyê ragihîne, hîn gelek kar hene. Her çend di tarîxa Sûdanê de tevgerên numayîşan ya civaka sivîl serkeftî be jî, zêde ne demdirêj e. Divê SPA, xwe ji çerxa bêsûd û bêweç ya ji sala 1960’an ta îro, rizgar bike: rêveberiyeke sivîl ya kêrnehatî û piştî rêveberiya leşkeri ya heman sinifa polîtîk îdare dike. Konseya Derbasbûyîna Leşkerî, daxuyand ku armanca wan ew e ku piştigiriyê bidin tevgerên numayîşan ku ew bikaribin derbasî rêveberiyeke demokratîk bibin û tu eleqeya partiya desthilatdar ya berê bi hikûmeta niha ya demborî re nîn e. Gelek rêberên leşkerî yên payebilind yên girêdayî rêveberiya derbasbûyînê û endamên sektora ewlehiyê, her çend niha bi Serokê berê re pêwendîdar nebin jî, heta demeke nêzik têkiliya wan bi Serok re hebû û nemaze ji aliyê wî ve hatibûn wezîfedarkirin. Bo nimûne nav û nîşana korgeneral ya ku rayeya wî wek ya Wezîrê Berevaniyê ye dan fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Muhammed Hamdanê (navê xwe yê din “Hemet”). Hemet dilsozê Beşîr bû û ew ji ber têkoşîna xwe ya li dijî dijminên Beşîr hatibû xelatkirin. Di dawiya sala 2014’an û serê sala 2015’an de wî serpereştiya êrîşeke herî xwîndar li Darfûrê cîbicî kir û hetta di demeke nêzik a wek Nîsana 2019’an de dîsa tundûtûjî cîbicî kir, lê ew di artêşê de tim payebilind bû. Beşîr, hostayekî baş bû û bi manewrayan dikaribû hêmanên ciyawaz yên di nava hêzên ewlehiyê de bigire û ev yek jî ligel gelê Sûdanê kir.

Divê SPA di demên pêş de bikaribe rêveberiya derbasbûyînê baş bike, ewlehiyê pêk bîne, hetta fîgûrên siyasî-leşkerî yên çavên wan li cihên mezin in aş bike û reformên siyasî yên rasteqîn têxe rojevê. Dîrektorê Weqfa Aştiyê ya Cîhanê Alex de Waal, derbarê tora hêzên ewlehiyê yên girîft de wiha dibêje “pêdivî bi pereyan heye ku, ew jî kêm e û êdî dê ji aliyê el Beşîr ve zêde neyê belavkirin. Hemû fermandarên paramîlîter yên ku ji para xwe ne razî ne, ji bo peymaneke baştir dikarin di her şertî de berê xwe bidin tundûtûjiyê.”

Lê hîn jî hêvî heye. SPA, bi dîsîplîn û bi qeys û qerar, berevajî rabirdûyê, îro gelek welatiyên Sûdanê yên jirêzê dikare mobîlîze bike û rêberekî leşkeri yê ku bi demeke dirêj e li ser kar e, ji text bixîne. Di tarîxa Sûdanê de heta niha cesareteke sivîl ya bi vî rengî derneketibû meydanê. Ev yek nîşan dide ku, nifûseke ciwan ya Sûdanê heye ku haya wan ji dek û dolabên polîtîk û arîşeyên welêt heye. Ev yek bi saya pêşketina medyaya dîjîtal ya di demeke nêzik de pêk hatiye. Sara Ahmed derbarê berdewamkirina numayîşên li biryargehên artêşê de bi biryar e û wiha dibêje “Em naçin tu derê.” Sara Ahmed nû ji zanîngeha jinan mezûn bûye û wiha pê de diçe “heta ku karûbar biguherin, em li vê derê ne.”