Şerê Bazirganiyê yê Trump û Encamên wê: Rewşa Tirkiyeyê

Analîzê

Ya rast, nedihat çaverêkirin, ew şerê bazirganiyê yê ku Donald Trump li gelek eniyan dabû destpêkirin, evqas mezin bibe. Wisa dihat pêşbînikirin ku ev hemle di serî de wek stratejiyeke populîst û ji bo serkeftina hilbijartinê hatiye kirin, lê di Rêbendana 2017an de Trump wê demê dest ji Şirîkatiya Trans-Pasîfîk (ŞTP) a ku kêm-zêde berdewam dikir, kişand û bi vê gava mezin re, bal kişand ser meseleya Serokatiya Trump. Şirîkatiya Trans-Pasîfîk wek kevneşopî, peymaneke bazirganiyê nîn e, ew ji bo mehdûdkirina hêz û bandora polîtîk û civakî ya Çînê ya her ku diçe li ser Pasîfîkê zêde dibe, wek bastûreke polîtîk derketibû meydanê; lewma jî, veqetîna Amerîkayê ya ji Şirîkatiya Trans-Pasîfîk, xwedî wateyeke dîrokî ye. Piştî wê, Trump xwest ku NAFTA cardin bê gotûbêjkirin û bi ser de Trump bi vî şerê bazirganiyê yê ku li dijî Çînê hatibû destpêkirin û nayê zanîn ka dê kengî bi dawî bibe re, eniyeke nû vekir. Li aliyê din, bi Yekîtiya Ewropayê re hin kêmtir berberî rû didin û ev jî tê wê maneyê ku di demeke nêzik de di polîtîkaya bazirganiyê ya Amerîkayê de cudahiyeke mezin wê rû bide.

Tirkiye, ku ne hedefeke rasterast an jî çavkaniya/sebeba nakokiyên bi vî rengî yên ku Birêveberiya Trump derdixe, di vir de li ku disekine?[1] Tirkiye di rojeva Amerîkayê de wek nispî di rêza jêrîn de cih digire. Piştî ku Trump hate ser îdareyê, ji bilî gelemşeya[2] mezin ya Sûriyeyê, Tirkiye kêm caran di rojeva sereke de bi cih girt.[3] Di vê meseleyê de, ez ê analîza miqayeseyî ya têkiliyên Tirkiye û Meksîkayê, ku her du jî wek şirîkên bazirganiyê girêdayî Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê ne, peşkeş bikim. Ji ber ku bi awayekî konkret polîtîkaya derveyî ya Trump aşkera dike, ez ê nemaze li ser bazirganiyê hûr bibim. Ji bilî şerê bazirganiyê yê bi Çînê re, di şert û mercên heyî de ji nû ve gotûbêjkirina NAFTAyê, gelek aşkera dike ku ew têkilî dê gelek geşedanan bi xwe re bînin. Ji ber wê, ez ê li şûna retorîk an projeyên Trump yên dahatûyê, li ser gotûbêjên NAFTAyê rawestim û pozîsyona Meksîkayê ya li dijî Amerîkayê û rewşa Tirkiyeyê ya li dijî Yekîtiya Ewropayê berawird bikim. Ez ê endûstriya otomotîvê ya ku li Tirkiyeyê û li Meksîkayê beşa endûstriya sereke pêk tîne, binirxînim û di ekonomiya gerdûnî ya îro de, bandora polîtîkayên bazirganiyê yên wek Trump yên li ser Tirkiyeyê analîz bikim.

***

NAFTA, di 1ê Rêbendana 1994an de kete meriyetê. Herçend ew ji aliyê Birêveberiya Clinton ve hatibe îmzekirin jî, li Amerîkaya Bakur, gotûbêjên ji bo avakirina blokeke ekonomîk, di dema Birêveberiya Reagan û Bush de dest pê kiribûn. Ew wek teknîk, xwe dispêre Peymana Bazirganiya Serbest ya Keneda û Amerîkayê ya sala 1988 ya berfirehkirî û ya ku Meksîka di dawiyê de beşdar bibû. Peymanê, li Amerikaya Bakur devereke bazirganiyê ya serbest ava kir û li dijî blokên ekonomîk yên wê demê, bo nimûne li dijî Yekîtiya Ewropayê û Asyaya Rojhilat, parastina hêza reqabetê ya Amerîkayê ji xwe re kiriye armanc. Malên ku bêgumrik diketin bazara biqezenc ya Amerîkayê, tenê li wê deverê dihatin hilberîn; ev yek jî ji bo malên ku li derveyî deverê dihatin hilberîn, dibû astengî. Bi NAFTAyê re Amerîkaya Bakur, hem bû devereke endûstriyê ya reqabet lê dihat kirin û hem jî wek bazareke biqezenc xwe parast; ev yek jî di encama avakirina[4] sîstemeke aloz ya ku xwe dispêre rêjeya hilberîna herêmî de mimkun bû.

Vê peymanê bandoreke gelek pozîtîf li ser kêmayiya veberhênana (acount deficit) Meksîkayê kir. Di sala 1994an de, di navbera Meksîka û Amerîkayê de, hecîma bazirganiyê nêzî 89 milyar dolarê Amerîkayê bû, kêmayiya veberhênana Meksîkayê jî 1,3 milyar dolarê Amerîkayê bû. Di sala 2017an de jî, yekûna hecîma bazirganiya herdu welatan derkete 557 milyaran û Meksîkayê 71 milyar dolar veberhênan zêde da[5]. Ev zêdehiya veberhênana bazirganiyê, bi saya serê veguherîna serdanpê ya aboriya Meksîkayê pêk hat. Meksîka, bi taybetî di sektora endûstriyê de bi armanca hinardeyê, rasterast bala veberdêrên biyanî kişand. Di yekûna hinardeyê de para berhemên endûstriyê, di salên 1970an de ji %32,1 bû, lê ev hejmar di navbera salên 2000-2014an de derket %78,7. Entegrasyona li gel zincîrên nirxê yên gerdûnî çendîn bihêz bûn, daneyên yekûn ewçend gihiştin hejmarên derasayî. Lê rêjeya hêza lêzêdebûyî ketiye (ev rêje di navbera salên 1997-2014an de bi salane ji %2,11 bû, lê di navbera salên 1950-1981an de bi salane wek %7,12 hatiye pîvandin), lê berhemdariya hêza kar zêde nebûye (de Souza û Gômez Gómez-Ramírez, 2018).

Beriya NAFTAyê endûstriya otomotîvê ya Meksîkayê zêde bi pêş neketibû û hecîma wê ya hilberînê 1,1 milyon heb bû. Hilberîna otomotîvê ya ku di dema endûstriya îqameyî ya hawirdeyê de hatiye sêwirandin û bi qeyranên salên 1970an re cardin hatiye tenzîmkirin, di navbera bazara navxweyî û hinardeyê de dabeş dibe. Piştî ku hewldanên hilberîna markeyeke otomotîvê ya herêmî ya Meksîkayê bi ser nakeve, sektor bi temamî girêdayî (înhîsar) hilberînerên biyanî dibe (Traub-merz, 2017). Piştî NAFTAyê, hinardeya Meksîkayê pir zû zêde bû û hecîma hilberîna otomotîvê bi salane gihişte 3,5 milyon heban. Niha ji %80yê hilberînê tê hinardekirin û ji %80yê hinardeyê ji bo Amerîkayê tê kirin. Bi gotineke din, ji %60ê hilberîna otomotîvê ya Meksîkayê ji bo bazara Amerîkayê ye. Ev vegûherîna mezin ya di 20 salên dawî de, rasterast bi veberhênanên biyanî yên hilberînerên wek GM, Ford, Chrysler (şirîkatiya Fiat-Chrysler ya niha, FCA) yên Amerîkî ev yek pêk nehat, ji bilî wê, bi alîkariya hilberînerên Elman û Japon yên ku xwestin bêgumrik têkevin bazara Amerîkayê, ev yek pêk hat.

Meksîka bi vê modêla pêşketinê ve, ji bo hinardeyê bûye cîgeheke hilberînê. Bi pêşketina veberhênanê ve Meksîka, li dijî şirîkên xwe yên bazirganiyê (bi taybetî Amerîka) wek li jor hatî diyarkirin, qezenca bazirganiyê pêk aniye, lê ekonomiyeke xweser û curbicurkirî ya ku dikare dînamîkên mezinbûnê daîm bike, ava nekiriye. Wextê ku Trump behsa ji nû ve gotûbêjkirina NAFTAyê pêşniyaz kir, girîngiya girêdayiya Meksîkayê ya Amerîkayê aşkere bû. Birêveberiya Trump dema ku ji bo bilindkirina rêjeya hilberîna herêmî ya ku li jor hate behskirin derxe ji %75an tehde kir. Dema ku wî, yasaya para zêdehiyê ya hêza kar ya ku dixwaze herî kêm ji %40ê seyareya rêwiyan û ji %45ê seyareyên ticarî yên sivik ji aliyê karkerên ku di saetekê de herî kêm 16 dolar destheq bi dest dixin ve bên hilberîn, gotûbêj kir, ji bilî qebûlkirina vê yekê, tu opsiyoneke Meksikayê tunebû. Bi van herdu hikman ve ji %30ê seyareyên ku Meksîka îxracî Amerîkayê dike, ji bazirganiya bêgumrik sûd wernegirtin, vê yekê endûstriya otomotîvê ya Meksîkayê mecbur hişt ku xwe ji nû vesaz bike.

Lê me hê pirsa, “gelo Trump çima bi israr dixwaze NAFTAyê ji nû ve gotûbêj bike” nebersivand. Axirî di rojeva serokê beriya wî jî, di rojeva reqîbê wî yê hilbijartina 2016an de jî ev mijar zêde cih negirtibû. Gelo Meksîka ji bo çi di navenda retorîka dij-bazirganî ya Trump de bi cih girt? Ev yek bi du dînamîkên ku wek senkronîk bi pêş dikeve ve dikare bê îzehkirin. NAFTA êdî wek ekonomîk û siyasî/îdeolojîk nikare bê berdewamkirin. NAFTA wek ekonomîk, piştî dawiya salên 1980an û serê salên 1990an bi temamî nebe jî, teqabûlî aktorbûneke ne karîger a Çînê dike. NAFTA, li dijî Elmanyaya ku pêşengiya Ewropayê dike û Japonyaya ku pêşengiya Asyaya Rojhilat dike, pozîsyona Amerîkaya Bakur diyar kiriye. Lê bi taybetî, piştî ku Çîn daxilî Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê dibe û dibe wek hêzeke mezin û ji ber dînamîkên wê, pêşikên Amerîkayê guherîn.

Li aliyê din, NAFTA, nîzama ekonomîk ya Amerîkayê ya piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn ya ku ji salên 1970an heta niha bi qeyran derbas bû û di bin tehdeyê de bû, bêîstikrar kiriye. Peydabûna navendeke hilberînê ya kêmdestheq, veguherî û bû gef ku başûrê sînor bibe navenda hilberînê û vê yekê jî bandoreke negatif li şert û mercên hêza kar ya endûstriya hilberînê ya Amerîkayê kir (Dinçer, 2016). Di encamê de, bi NAFTAyê re, desthilatiya Partiya Demokrat a bazirganperest, bi awayekî cidî hat hejandin û rê li ber popûlerbûna Trump li devera “Rust Belt”ê vekir. Herçend Trump li seranserê welêt, hilbijartinê bi ferqeke pir hindik qezenc kiribe jî, ev yek encax bi guhertina meyla siyasî ya devera “Rust Belt”ê ve pêk hat (Meko, Lu û Gamio, 2016) Ev herdu astengiyên li ber berdewamkirina NAFTAyê, Amerîka û Meksîka neçar kirine. Birêveberiya Trump, li dijî Meksîkayê koz/firsenda xwe bi kar anî û li dijî welêt şert û merc danîn û di encamê de endûstriya hilberînê ya Meksîkayê wê bi neçarî bê vesazkirin.

Di çarçoveya vê momenta dîrokî de, gelo em çawa dikarin cihê Tirkiyeyê di meydana ekonomiya gerdûnî û ya polîtîk de aşkera bikin? Gelo polîtîkayên bazirganiyê yên Trump, normeke nû temsîl dike, û wisa be, ev yek dê encamên çawa li ser Tirkiyeyê bike? Bi raya min kartêka vê berawirdkirinê, dê girîng be. Li gel cudahiyên mezin, ekonomiya Tirkiyeyê jî wek ya Meksîkayê, zêdetir xwe dispêre hinardeyê, bi taybetî jî xwe dispêre hinardeya ji bo Yekîtiya Ewropayê tê kirin. Piştî ku di 31ê Kanûna 1995an de daxilî Yekîtiya Gumrikê bû, Tirkiye jî wek Meksîkayê ji bihêzbûna bazirganiyê sûd wergirt. Lêbelê, ji ber ku wek Meksîkayê rasterast nebû navenda veberhênan biyanî, li dijî Yekîtiya Ewropayê kêmaniyên bazirganiyê yên Tirkiyeyê berdewam kirin. Lê dîsa jî yekûna hecîma bazirganiyê ya Tirkiyeyê qat bi qat mezin bû û Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê bû şirîkê sereke ya hinarde û derhanînê. Yekûna nirxê hecîma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, di sala 1995an de 30 milyar dolar bû, lê ev hejmar di sala 2017an de gihişte 154 milyar euroyê (kêmahiya Tirkiyeyê 14 milyar Euro derdikeve)[6]. Yekîtiya Gumrikê, ji bilî zêdekirina hecîma bazirganiyê, ekonomiya tirkan bi rêya hin polîtîkayên curbicur vesaz kiriye, bo nimûne “modernîzasyona gumrikê, rakirina astengiyên bazirganiyê, polîtîkaya reqabetê, mafên milkiyetê yên fikrî û amûrên polîtîkaya bazirganiyê (Aytuğ, Kütük, Oduncu û Togan, 2017, r. 420).”

Piştî ku li Yekîtiya Gumrikê hate qebûlkirin, endûstriya otomotîvê ya Tirkiyeyê wek ya Meksîkayê gelek guherî. Ji ber ku di plansaziya pêşketina 5 salan ya 2yem ya ku di sala 1968an de dest pê kiribû de sektoreke pêşdatir bû, endûstriya otomotîvê ya Tirkiyeyê, di salên 1960an de bi piştevaniya gelemperî ya mezin ve bi pêş ketibû. Lê di nîveka salên 1990an de, li Tirkiyeyê tenê du kargehên montajê yên ku seyareyên rêwiyan çêdikirin (ya ku Renault û Fiatê bi şirîkên herêmî re dixebitand) û hin tesîsên biçûk yên ku kamyon û otobûs çêdikirin hebûn. Lê ji ber ku pêşeroja Yekîtiya Gumrikê hebû, vê yekê Tirkiye ji bo hinardeyên bo Ewropayê kir cîgeheke kêmmaliyet. Toyota, Hyundai, Honda û herî dawî Ford, di nîveka salên 1990an de, ji bo van delîveyan hatin Tirkiyeyê. Ji ber ku endûstriya otomotîvê li deverekê tê komkirin, vekirina van tesîsên hilberînê û zêdebûna kapasîteya hilberînê ya tesîsên heyî, bi xwe re endûstriyeke talî ya otomotîvê ya mezin jî bi pêş xist.

Di vê serdemê de kapasîteya hilberînê ya herdu welatan qat bi qat mezin bûye. Di encama wê de Meksîka û Tirkiye di hilberîna otomotîvê ya cîhanê de, di rêza 7emîn û 14emîn de bi cih girtin. Heta rewşa pirsgirêkên Mîrnişîna Yekgirtî ya ji ber Brexitê, şansê Tirkiyeyê di vê rêyê de vedike ku ew bi pêş bikeve. Lê herdu welat jî hîn di barê veberhênana biyanî ya rasterast, veguhestina teknolojiyê û berdestkirina bazaran de, hîn jî girêdayî ne. Qeyrana ekonomîk ya ku di sala 2018an de dest pê kiribû, bandoreke neyînî li Tirkiyeyê kir, di halê heyî de bazara wê ya biçûk, hîn jî biçuktir kir û Tirkiye girêdayî hinardeyê kir.

Ji ber ku Meksîka û Tirkiye di pêvajoyên biryardayînê de ne xwedî gotin in, ev yek pirsgirêkên wan hîn jî mezintir dike. Ji ber ku têkiliyên (Marinaro, 2018) karker û kardêran gelek nebaş e û ji ber ku parêzgehên herêmî di pêşbaziya veberhênanê de û di warê bikaranîna subvansiyonên gelemperî de gelek comerd in, di demeke dirêj de ev yek afirandina polîtîkayekê dijwar dike. Ji ber van bertengiyan û ji ber ku Amerîka ji nû ve gotûbêjkirina NAFTAyê de şert û mercên nû ferz dike, girêdayiya van welatan ya bazara hinardeyê hîn zêdetir dibe. Herçend têkiliyên karker û kardêran ya li Tirkiyeyê, wek ya Meksîkayê ne bêmefer be jî, gelek grevên bêkontrol yên sala 2015an, ji bo tepeserkirina fikren opozîsyonê, rastî zext û fişarên hikûmeta ku piştgiriya endûstriya otomotîvê dikir, hatin. Herçend dadgehên herêmî li dijî wê biryar danibin jî, salek şûnve Şûrayê Dewletê betalkirina peymanê wek yasayî pesend kir.[7]

Ji ber ku bazara otomotîvê ya Ewropayê ya pengivî ya ku bazara sereke ya hinardeyê ya Tirkiyeyê hîn tengavtir bû, ev bêîstiqrarî hate merheleye dîtir. Bo nimûne Fordê ragihand ku di demeke nêz de kompanyayên Ewropayî dê rastî revîzyoneke berfirehkirî bên (Gibbs, 2018). Niha ne aşkera ye ku gelo ev rewş dê rasterast bandorekê li tesîsên Fordê yên mezin yên li Tirkiyeyê yên ku nêzî 10 hezar karkeran îstihdam dike, bike yan na, lê piştî sala 2017an, ji ber ku Ford hinardekarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye, ev yek bi awayekî aşkera bûye sedema gelek metirsiyên mezin.[8] Hewldanên avakirina markeyeke xwemalî yên Tirkiyeyê hîn encamek nedane û ji ber qeyrana ekonomîk ya niha, herçend ew bi temamî nehatibe rawestandin jî, xuya ye ku ew niha hatiye biderengxistin.

Tirkiye hem bazara[9] herî mezin ya hinardeyê, hem jî jêderka[10] veberhênana biyanî ye û herçend girêdayî Yekîtiya Ewropayê be jî, têkiliya wan ji ya Meksîka û Amerîkayê cudatir e. Di serî de ji bilî Washingtonê, Bruksel wek aktor û biryarderekê di nav xwe de dabeş dibe. Berpirsê vê dabeşbûnê, ji bilî cudahiyên di navbera Yekîtiya Ewropayê de, îdiaya Elmanyayê ya ku dixwaze li dijî Frensa û Îtalyayê (endûstriya otomotîvê jî di nav de) bibe navendeke endûstriyê ya deverê. Ji ber ku hilberînerên seyareyan yên Elmanan li Ewropaya Rojhilat ya ku wek Tirkiyeyê navendeke hilberînê ya deverî ye, belav bûne, vê yekê her tişt tevlihevtir kir, lewre Tirkiye bi gelek reqîbên deverî re di pêşbaziyekê de ye.

Lê bi gotûbêjkirina şert û merc û hikmên Yekîtiya Gumrikê ve, zêdetir imtiyaz hatin daxwazkirin[11], anku ji bo berdestkirina sermayayê, ji nû ve vesazkirina ekonomiya herêmî, dê rewşa Tirkiye û Meksîkayê wek hevdu bike. Ji ber ku teknolojiya herêmî ya Tirkiyeyê zêde bi pêş neketiye, ji ber kêmbûna yekûna sermayayê û hewldana peydakirina bazarekê, Tirkiyeyê neçar dihêle ku faktorên derveyî yên mezin tunebin jî dê wê jî wek gotûbêjên NAFTAyê têxe tengahiyê. Di demeke ku cîhan di nav şert û mercên enflasyoneke kêm de ye, li Tirkiyeyê develûasyona ji %25an zêdetir û enflasyona zêde vê yekê piştrast dike. Herçend pereyê tirkan ji nirxê bikeve û ev yek ji bo hinardeyê baş be jî, ji ber ku endûstriya otomotîvê ya tirkan girêdayî derhanîna malên di navberê de ye, ev yek bandora pozîtîf ya kapasîteya hinardeyê kêm dike. Her wekî din, bi ketina hêza kirrînê û tengavbûna bazara navxweyî jî, pêdiviya bi bazarên derveyî zêdetir dike. Faktoreke dîtir ya ku hêza reqabetê ya Tirkiyeyê têk dibe ew e ku li dijî peymanên bazirganiyê yên dumend yên ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze ava bike, ne xwedî gotin e. Bo nimûne di peymaneke di navbera Yekîtiya Ewropayê û Koreya Başûr de, bazara Tirkiyeyê, ji ber Yekîtiya Gumrikê, dikare ji berhemên Koreya Başûr re bê vekirin, lê berevajî wê, mafê xwegihandina bazara Koreya Başûr ji bo Tirkiyeyê nayê cîbicîkirin.

Rewşa kronîk ya neyeksan û ji ber aliyê wê yê pêwendîdar yên ku min li jor behs kir, nemaze welatên wek Tirkiyeyê dike hesas û qurfbar. Wek Meksîkayê, Tirkiye jî xwedî yekûneke sermayeyê nîn e û girêdayî teknolojiya biyanî û bazara biyanî ye û lewma jî di proseyên biryardayînê de ne xwedî gotin e. Di encama wê de, ihtimal e Tirkiye neçar bimîne ku bi têkiliyên lêkdanê yên karker û kardêran û ji ber sûdwergirtina kêmbûna standardên hawirdorê, zêdetir piştevaniya gelemperî bide kompanyayên taybet.

Çavkanî

Aytuğ, H., Kütük, M. M., Oduncu, A. û Togan, S. (2017). Twenty Years of the EU-Turkey Customs Union: A SyntheticControl Method Analysis. Journal of Common Market Studies, 55(3), 419–431.

Barber, T. (2018, May 30). Turkey and EU reset sights on improved customs deal. Financial Times. https://www.ft.com/content/29579bae-4317-11e8-97ce-ea0c2bf34a0b

Center for Automotive Research. (2018). Meet the New NAFTA. Ann Arbor. https://www.cargroup.org/meet-the-new-nafta/

Daily Sabah. (18 Mijdar 2018). Over 70 pct of Turkey’s foreign investments from Europe in 16 years. Daily Sabah. https://www.dailysabah.com/economy/2018/11/19/over-70-pct-of-turkeys-fo…

de Souza, J. P. A. ve Gómez-Ramírez, L. (2018). The paradox of Mexico’s export boom without growth: A demand-side explanation. Structural Change and Economic Dynamics, 47, 96–113. https://doi.org/10.1016/j.strueco.2018.08.001

Dinçer, E. M. (2016). The Reindustrialization of the U.S.: An Ethnography of Auto Workers in the Industrial Rust Belt. Cornell University.

Gibbs, N. (Kanûn 2018). Ford begins European restructuring with management shakeup. The Automotive News. https://europe.autonews.com/automakers/ford-begins-european-restructuri…

Kemal Kirişçi û Onur Bülbül. (2017). The EU and Turkey need each other. Could upgrading the customs union be the key? https://www.brookings.edu/blog/order-from-chaos/2017/08/29/the-eu-and-t…

Marinaro, P. (2018). We Fight Against the Union! An Ethnography of Labor Relations in the Automotive Industry in Mexico. In M. Atzeni ve I. Ness (Der.), Global Perspective on Workers’ and Labour Organizations. Basingstoke: Palgrave MacMillan.

Meko, T., Lu, D. ve Gamio, L. (2016). How Trump won the presidency with razor-thin margins in swing states. The Washington Post. Washington D.C. https://www.washingtonpost.com/graphics/politics/2016-election/swing-st…

Traub-merz, R. (2017). The Automotive Sector in Emerging Economies : Industrial Policies, Market Dynamics and Trade Unions, Trend & Perspectives in Brazil, China, India, Mexico and Russia. (R. Traub-Merz, Ed.). Berlin: Friedrich Ebert Stiftung.

 

[1] Tenê îstisnayek heye, ew jî Birêveberiya Trump di Gelawêja sala 2018an de ji bo pola û alumînyûma tirkan, di meha Adarê de ji bilî hin bacên îlawe, baca gumrikê jî anî û vê yekê tesîra xwe li berhemên tirkan kir. Ji bo Tirkiyeyê, ji derveyî berberiyeke ne polîtîk, bac du qat zêde hatin zêdekirin û vê yekê tesîra xwe rasterast li kapasîteya hinardeya Tirkiyeyê kir.

[2] Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, di rojeva Birêveberiya Trump de bi cih digire û li Tirkiyeyê jî ji ber sedemên melûm bi cih digire. Lê piştî ku DAIŞê desthilatiya xwe li deverê wenda kir, ev mijar di çapemeniya sereke ya Amerîkayê de zêde bi cih negirt û li şûna wê hewldanên bênûkleerkirinê ya li nîvgirava Koreyê û pêwendiyên di navbera Amerîka û Çînê de yên rasterast û nerasterast ketin rojevê.

[3] Îstisnaya dîtir jî wekî di jêrenota yekem de hatî behskirin, rewşa Brunsonê Keşîş e ku ji ber wê meseleye bacên gumrikê zêde bûn.

[4] Di serkeftina NAFTAyê de ya ku Amerîkaya Bakur kir devereke bireqabet a bazirganiyê û pozîsyona wê parast de, faktora birêkûpêkkirina hilberîna herêmî ya madeyên peymanê yên 401-415 mezin e. Li gorî wê tenzîmkirinê, divê ji %65 naveroka gelek malên ku dihatin hilberîn, ji NAFTAyê be.

[5] Daneyên bazirganiyê ji Nivîsgeha Serjimarê ya Amerîkayê hatiye berhevkirin: https://www.census.gov/foreign-trade/balance/index.html

[6] Dane ji Serkariya Giştî ya Bazirganiyê ya Komîsyona Ewropayê û ji Turkstatê hatine berhevkirin.

[7] Ev grev ji gelek grevên bêkontrol pêk tên. Bi tenê ne maf û destheq, taybetmendiya karkirinê ya Sendîkaya Türk-Metalê û têkiliyên wan yên bi endaman re jî bû mesele. Hin endaman dest ji pêvajoya endamtiyê kişand û derbasî sendîkayên din, bo nimûne derbasî sendîkaya Birleşik-Metalê bûn. Herçend paşê ew grev hatibin destekkirin jî, ji ber karekterê wê yê karîger yê destpêkê, ew grev hîn jî wek bêkontrol tên pênasekirin.

[8] Ford Otomotiv Sanayi A.Ş, bi hinardeya seyareyan ya teqabilî 4,79 milyar dolarî dike, hinardekarê herî mezin ya sala 2017an e.

[9] Li gorî Türkstatê, di sala 2017an de Tirkiye 73,9 dolar ji tevahiya 138,6 milyar dolar hinardeya xwe anku ji %53ê wê bo Yekîtiya Ewropayê kiriye.

[10] Di navbera salên 2002-2018an de bi tevahî 201 milyar dolar veberhênana biyanî ya rasterast bo Tirkiyeyê hatiye kirin û ji %73,8ê vê veberhênanê ji Ewropayê ye (Daily Sabah, 2018).

[11] Ev demeke “bipêşxistina” şert û merc û hikmên Yekîtiya Gumrikê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de tê axaftin. Ji bo çend nimûneyan bnr. Barber, 2018; Kemal Kirişçi û Onur Bülbül, 2017. Ji ber ku ji bo herdu aliyên ne meseleyeke sereke ye, ez bawer nakim ku di demeke nêz de gotûbêjeke wek proseya NAFTAyê pêk nayê.