Li Tirkiyê Dînamîka Tevgera Queer

Teaser Image Caption
[Resim altı] Meşa Rûmetê di sala 2013an de li Stenbolê bê pirsgirêk pêk hat. Xwediyê wêneyê:

Protestoyên Geziyê bu sedem ku tevgera LGBTİ [1] ya li Tirkiyê lezeke nuh û domdar bi dest xîne. Lê dîroka vê tevgerê digîhêje heta destpêka sedsala borî.

Têkoşîna mirovên xwediyê nasnameya cinsî û hewldanên cinsî, li derveyî kevneşopiya li Tirkiyê, piştî ku gey, lezbiyen, biseksuel, trans û nasnameyên înter di protestoyên Geziyê de, bi xwepêşandarên din re mil bi mil derketin ser barikatan, gelekî pêş ket, êdî derbasî asteke nuh bû. Her çiqas li Tirkiyê nêrmotî ji hela qanûnan ne sûc be jî, zor û tahdeyî ji bo wan perçeyekî jîyana rojane ye. Ji xwe Meşa Rûmetê ya di Hezîrana 2015an de ji teref polîsan bi tomayan hat belavkirin. Tevî vê jî Tevgera Queer a Tirkiyê an jî LGBTİ, piştî ku  AKPya neo muhafazakar li Tirkiyê bû desthilatdar, roj bi roj hîn pirtir berbiçav bû, ango hîn zêde hat dîtin. Baş e, çawa dibe ku Tevgera Queer a Tirkiyê, tevî ku AKP desthilatdar e jî berbiçav dibe, daxwazên sîyasî dike, him di asta netewî him jî di asta herêmî de wek meclîs dikare mudaxele bike? Gava ku em li dîroka Tevgera Queer a Tirkiyê dinêrin mijar hinekî din ronî dibe. Têkoşîna ku derdorên Tevgera Queer a Tirkiyê ji bo berbiçavbûna hemû vê derdorê û wekhevîya qanûnî dike, digîhêje heta damezirandina komara ciwan; dîroka vê têkoşînê digîhêje heta sala 1923yan ku komarê biryar dabû ku tev li pêvajoya Ewropîbûnê bibe û li norm û nirxên “Rojava” xwedî derkeve. Stenbol di dawîyê vê pêvajoyê de bûye bajarekî azadiyên “cinsî” û ji bo gelek trans û nêrmoyên di dema Osmanî de bûye cî û war. Li gel van tiştan di destpêka salên 1900î de li welatên wek Almanya, Fransa û Brîtanya ji bo têkilîyên nêrmotîyê ceza hebû, nêrmoyên van welatan jî li vir dijîyan. Li Stenbolê, ango bi gotina Magnus Hirschfeld, koloniya lutîlik ya Ewropa (di dema borî de ji bo nêrmotiyê dihat bikaranîn) li Konstantinopolisê, ji bo “kêfxweşiya nêrmotî ya dîrokî” ya li gor dilxwestiniyê cî û war dihatin pêdekirin. Ji xwe kerxaneya mêran ya bi navê Banqeya Osmanî (Ottomanische Bank) bi nav û deng bû û di nav sînorên vî bajarî de bû. Ev kerxaneya mêran, bi saya karkerên nêrmo yên seksê yên ku bi pera ji muşteriyên xwe yên nêr re xizmet dikirin ava bûbû[2]. Li vê derê pirsgirêka ku ew ê bên gilîkirin, cezakirin an jî hefskirin tunebû, ji ber vê yekê nêrmoyên Ewropî jî di nav de girseyeke muşterîyan ya mezin ev der zîyaret dikir. Di dema dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. de pêvajoya Osmanî ya Ewropîbûnê bi dawî hat û Komar hat damezirandin, nêrmotî û transseksuelî piştî van pêkhatinan êdî wek rewşeke xerab hat dîtin. Ne di Împaratoriya Osmanî de û ne jî di dîroka Tirkiyê de, li dijî nêrmotiyê tu qanûn tuneye, lê tevî vê yekê jî, cudaperestiya li hember queeran bi taybet bi bandora civakên Ewropî êdî derket holê û berbiçav bû. Queeran di gelek dewranên Komara Tirkiyê de, li hember van êrîş û helwestên neyarî têkoşîn û berxwedan li dar xistin. Di dema têkoşîna xwe de dîtin ku hewcedarî bi hevkariya rêxistinên queer an ne queer bi hemû rêxistinê civakî yên sîwîl, partiyên sîyasî û grûbên çalakvan (aktivist) heye û di vê roja me de jî ev rewş hîn nehatiye guhertin.

alên 1970yî

Komara Tirkiyê ji damezirandinê vir ve her tim hewl dida ku hemû civakê bike Ewropî. Di nav vê pêvajoyê de civakeke “modern”, laik û netewperestê Tirkan wê ava bibûya. Li ser wekhevîya jin û mêran sîyaseteke cinsiyetê ya nuh ji bo Tirkiyê armanceke sereke bû.  Divê jin azad bibûna û di nav civakê de berbiçav bibûna. Ji ber vê projeyê, yên li derveyî sîstema cinsiyetê ya heteronormatif mane, li paş hatin hiştin û paşê jî bi tevayî nehatin dîtin. Ji ber vê yekê, berevajiyê gelek welatên Ewropî li Tirkiyê nêrmotî wek sûcekî nehat qebûlkirin, ji dêvla vê yekê hewl dan ku queer heta salên 1960î neyên dîtin. Heta vê demê wek mînak; di şano, muzîkhol û kulûbên şevê de pir eşkere dikarîbûn derketina ser dikê. Lê ev rewş di guherenadinê hikûmetê ya sala 1974an xerab bû. Partiya Gel ya Komarê (CHP) tevî ku di hilbijartinê de bi ser ketibû jî, ji bo ku hikûmetê damezirîne divê bi partiya îslamî Partiya Selameta Netewî (MSP) re koalîsyon saz bikira. Wezareta karê hindur ya ku MSP sitendibû li gel xebatkarên seksê ji queeran ku li bajarên mezin xwedî bandor û berbiçav bûn berpirsiyar bû û ev derdor êdî bi sîyaseteke êrîşkar re beramber dibû.

Tevî ku temenê koalîsyonê deh mehan dom kir jî, vê demê têrê kir ku rewşa querran perçe bibe. Di nav vê pêvajoyê de li hember trans û xebatkarên sekse yên din êrîşeke berfireh ya polîsan pêk hat. Di dawiya vê taqîbata sîstematîk de, querrên Stenbolî ne tenê ji kargehên xwe, ji taxên ku lê dijiyan jî hatin qewirandin. Ji ber êrîşên polîsan di beşeke derdorên querran de nasnameyeke sîyasî ya kollektîf çêbû. Ne tenê li Stenbolê, him li Îzmîrê him jî li Enqerê querr mecbûr man ku ji bo hebûn û azadiya xwe berxwedan û têkoşînê gûr bikin. Wek ku di mînaka Îbrahîm Erenê Îzmîrî de pêk hat, ceribandina çalakvanan ya ji bo ku querran rêxistinî bikin bi darbeya 12ê Îlonê bi dawî hat.

Salên 1980yî

Piştî darbeya eskerî artêşê dest danî ser rêvebiriyê û kar û xebatên gelek sazîyan betal kir. Hemû partiyên sîyasî hatin qedexekirin. Azadiyên îfadekirinê, çapemenî, civîn û pêşandanan bi awayekî giştî hat qedexekirin. Girtin, îşkence û derxistina ji hemwelatiyê wek perçeyekî jîyana rojane hat bikaranîn. Dibistan û zanîngeh li gor daxwazên leşkerî ji nuh ve hatin serastkirin. Rejîma eskerî di serî de li hember rêxistinên rast û çep şer kir. Ji ber zor û zilma dewletê gelek rewşenbîrên çep revîyan Ewropa û Amerîka û li van deran tev li grûbên antîmîlîtarîst, hawirdorvan û femînîst bûn, di derbarê tevgerên civakî yên nuh de agahiyên nuh bi dest xistin. Ceribandinên ku bi vî awayî hatin bidestxistin, bûn sedem ku li Tirkiyê tevgerên civakî yên nuh ku querr jî di nav wan de ne derkevin holê.

Querr jî di binê zor û zilma rejîma eskerî de bûn; di sala 1981ê de li dor 60 kesên trans yên xebatkarên seksê ji taxên Stenbolê yên navendî bi trênan hatin “koçkirin” taxên li derdora bajêr. Wek ku di salên 1970yî de pêk hatibû, careke din di kargehên ku tê de dixebitîn an jî di malên xwe de hatin girtin. Di vê pêvajoya k udi qereqolên polîsan de derbas kirin, ji hela psikolojik û fîzîkî îşkence dîtin.

Wezareta Karê Hindur di 19ê Adara 1981ê de, qedexe kir ku mêr bi kincên jinan li kulubên şevê derkevin ser dikê. Bulent Ersoy ji bo ku vê qedexeyê derbas bike, di 14ê Nîsana 1981ê de li Londonê ji bo ku cinsiyeta xwe biguhere emelîyat bû û ji bo ku di nasnameya xwe de beşa cinsiyetê biguherîne serî li sazîya dewletê xist. Bi vê hewldanê xwest ku ne wek travestî, wek jinekê bê naskirin. Serlêdana Ersoy di serî de hat redkirin û bi awayekî ku “mêrê kincên jinan li xwe kiriye” hat qebûlkirin. Gava ku ev hewldana şehsî dewam dikir, kesên trans yên din hewl didan ku bi awayekî kollektîf berxwedanan li dar xînin. Polîsan rasterast hebûna wan tehdît dikirin, ew bê kar û mal dihiştin. Ev protestoyên ji ber şerdên wan derdiketin holê bûn sedem ku kesên trans, gey û lezbîyen rêxistinî bibin. Di vê nabênê de ji rêxistinên femînîst, çep û mavên mirovî alîkarî bi dest xistin û di qada raya giştî de jî berbiçav bûn, hatin dîtin, li hember polîsan pêşandan li dar xistin, ji bo kesên trans di kargehan de karibin bixebitin, li ber Saziya Pêdekirina Kar meş li dar xistin û ji bo ku qanûna emelîyatên guhertina cinsiyetê meşrû bibin derkeve îmze berhev kirin. Tevgera protestoyê ya kollektîf ya li hember êrîşên polîsan, di pêşengiya xebatkarên seksa trans, hin lezbîyen û geyan de,  di sala 1987an de dest pê kir.  37 kesên trans, lezbîyen û gey di 29ê Nîsana 1987an de, li Parka Gezî ya Stenbolê dest bi grewa birçîbûnê kirin. Cîran, hunermend û rewşenbîran piştgirîya protestovanan kirin.

Ev grewa birçîbûnê ya deh rojan, ji teref tevgera querr ya Tirkiyê wek destpêka dewraneke nuh tê pejirandin.

Salên 1990î

Salên 1990î bû şahid ku, aktîvîzmeke gey tê de xurt in derkeve holê û ev tevger bi rêxistinî bibe. Di vê demê de têkiliyên bi Sazîyên Civakî yên Sîwîl yên Rojavayî re zêdetir bûn. Bi navê Keskesor’92 grûbeke querran ava bû, lê ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din di demeke kurt de mecbûr ma ku ji hev belav bibe. Tevî ku grûb ji hev belav bû jî, hin endamên kevn bi însîyatîfên querran yên navnetewî re têkilî çêkirin. Bi alîkariya grûba “Schwule International” ya li Almanya, di 1993yan de li Stenbolê, di çarçoweya Christopher Street Days de xwestin ku Meşa Rûmetê pêk bînin. Lê ev hewldan, ji ber qedexeya walîyê Stenbolê bi ser neket. Bi maneya ku ev meş li derveyî nirx û adetên civakê ye hat qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê hin grûbên querr biryar dan ku bi navê “Lambdaİstanbul” însîyatîfeke nuh ava bikin. Piştî Lambdaİstanbul bi salekê, di 1994an de li Enqerê, însîyatîfa KaosGL a ku xebata xwe ya sîyasî bi kovareke querr dabû destpêkirin hat dinyayê.

Grûban di nîveka duyem ya salên 1990î de hewl dan ku bi rêya komelan nasnameyeke saziyî bi dest xînin. Armanca sereke ew bû ku di qada raya giştî de berbiçavbûnê bi dest xînin. Di van însîyatîfên ku dihatin damezirandin de bandora çalakvanên gey zêdetir bû, ne lezbîyen ne jî kesên trans di van xebatan de nedihatin temsîlkirin. Querran ji ber vê yekê sîyaseta xwe ya nûnertiya grûban ji niqaşê re vekirin. Ji ber vê yekê di sala 1995an de însîyatîfa lezbîyenan “Keçên Wenusê” hat damezirandin, li Tirkiyê ev yek cara yekem çêdibû.

Lê ev cudabûnên di nav tevgerê de nebûn sedem ku grûbên ji hev cuda karibin bi hev re bixebitin. Wek mînak; grûban wek KaosGL, Keçên Sappho û Bûrsa Spartakus li Stenbol û Enqerê di nav salên 1998 û 2002an de festîwala çalakiyên LGBTİ ya ku di salê de du caran bi awayekî perîyodîk, bi navê - GüziIstanbul ve Baharankara dihat çêkirin .

Civîna YN ya duyem (UN-HABITAT II) ya ji bo bicîbûna mirovan di 1996an de li Stenbolê çêbû. Di çarçoweya amadekariyan de, li Stenbolê ji bo kesên ji hêla civakî di rewşeke dezawantajî de ne, kesên xwediyê nasnameyeke cinsî ya derveyî kevneşopiyê, kesên ji ber nasnameya etnîkî zor û zilmê dibînin an jî kesên wek talûke tên dîtin “operasyonên paqijiyê” hatin meşandin. Divê Stenbol wek bajarekî ku malbatên çîna navîn lê dijîn, navendên alvêrê yên nûdem ku bi awayekî maqûl hatine çêkirin lê hene bihata lansekirin. Kesên trans, xebatkarên seksê yên din, firoşkerên gerok, kesên bêmal û kesên ku tiştên narkotîk bi kar tînin ji navenda bajêr hatin dûrxistin. Devera ku herî zêde tesîr ji vê yekê dît Kuçeya Ulker û derdora wê bû. Protestoyên li dij şideta polîsan têrê nekir ku ev surgûn pêk bê, lê bû sedem ku rewşa van derdoran di qada navnetewî de careke din jî bi baldarî bê dîtin.

Salên 2000an

Di civîna YE (yekkîtiya Ewropa) ya di sala 1999an de li Helsînkî çêbû de, endamtiya Tirkiyê ya YE hat naskirin; ji ber vê yekê hêvîyên başkirina dewleta hiqûkî, rewşa civakên etnîkî û reformên ji bo civaka sîwîl zêdetir bûn. Vê pêşketinê tesîrên erênî li ser tevgera querr jî çêkir.

Hilbijartinên di saia 2002an de bi hikûmeta AKP ya yekem dawî hat. AKPê di bernameya partiyê de diyar kiribû ku ew ê Krîterên Kopenhagê yên Sîyasî bi cî bîne, ji ber vê yekê jî gelek derdorên civakê bi erênî lê nêrîbû. Derveyî partiya muxalîf ya sereke CHP, zanîngeh, civaka sîwîl û piraya gel jî piştgiriya tevlêbûna YEyê dikirin. Ev qonax ji bo querrên li Tirkiyê pir girîng bû. Heta vê rojê di nav sazîyên kevneşopî de têkoşîn didan, heta wê demê destûr tunebû ku komel an rêxistinên xwe saz bikin, an wek însîyatîfên xwendekaran an jî di nav partiyên çep yên wek Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖDP), rêxistinên mafên mirovan, grûbên femînîst an jî sendîqayan de dikarîbûn bixebitîn. Piştî ku qanûna komelan ya nuh di sala 2004an de ji meclîsê derket, bi lez û bez komelên querran hatin damezirandin. Însîyatîfa KaosGL ya gey û lezbîyenan heta wê demê bi awayekî ne fermî dixebitî, di sala 2005an de wek komeleke fermî hat avakirin. Di 2006an de Lamdaİstanbul hat. Her du sazî jî ji salên 1990î vir ve li hember êrîşên li ser querran bi awayekî çalak dixebitîn. Ev pêşketin, li hember querran ne sîyaseteke AKPê ya xweşbînî bû, encama pêvajoya tevlêbûna YEyê bû. Ji xwe ev yek di sala 2004an de hat dîtin, AKPê di amadekariyên qanûna cezayê ya nuh de helwesteke erênî nedistend, ev qanûn di çarçoweya muzakereyên tevlêbûna YEyê dihat amadekirin. Însîyatîfên querran di vê demê de bi parlamenteran re têkilî danîn û bal kişandin ku ji bo qanûna esasî û ya cezayê reform pêwîst in; li gor vê yekê divê ev qanûn bi awayê ku kesên “hewldana cinsî û nasnameya cinsî” cuda ne jî di nav de bin bê firehkirin. Ev daxwaz gîhaşt heta rojeva komîsyona meclîsê ya qanûnan û di nav qanûna ku wê bê pêşniyarkirin de cî girtin. Lê Cemîl Çîçekê ku wezîrê dadmendiyê yê AKPê bû ev serastkirin red kir.

Mînakeke din ya ku dijayetiya AKPê ya li hember querran diyar dike jî ev e ku di 2006an de li hember Komela Lambdaİstanbul doz vekiribû. AKPê Muammer Guler kiribû waliyê Stenbolê û wî jî bi maneya ku li dijî “exlaqê giştî û rewşa malbatên Tirkan” û “qanûna komelan” e ev komel qedexe kir. Di Nîsana 2009an de ev qedexe hat rakirin. Vê dozê berbiçavbûn û hevkariya querran zêdetir kirin.

Di dema hikûmeta AKPê ya yekem de, ji bo querran gelek tiştên erênî jî yên neyînî jî pêk hatin: Tevger bi awayekî giştî berbiçav bû, hîn zêde mobîlîte û xurt bû û ji teref civakê hat qebûlkirin.

Her ku AKPê rayên xwe zêde kir, querr jî di qada raya giştî de zêdetir hat dîtin û daxwaza mafên xwe yên wekhevîyê hîn pirtir anîn ziman. Queeran li eksê muhafazakariya AKPê li zanîngeh, qada tendurustî, jîyana xebat û perwerdeyê dest bi rêxistinîbûnê kirin.

Gava ku desthilatdariya AKPê ya duyem di 2007an de dest pê kir, dijayetiyên di nabêna partî û querran de hîn gûrtir bûn. Li hember sîyaseta AKPê ya cudaperestî û pêkanînên wan ên di qadên dadmendî, tendurustî û raya giştî de, komel û rêxistinên querran di eynî salê de li dor “Platforma Mafên LGBTT” civiyan ser hev. Platforma ku dokumentên bûyerên cudaperestî bi dest xist, weşand û raporên salane amade kir, di sala 2008an de bi daxwaza ku li hember qanûnan wekhevî hebe, ji bo ku xala 10. ya qanûna esasî bê guhertin daxwaz pêşkêş kir. Li gor vê daxwazê di madeya qanûna esasî de “rewşa cinsî û nasnameya cinsî” jî wê hebûna.

Piştî Post-Geziyê

2013 ne tenê ji bo grûbên querran, ji bo tevgerên civakî yên din û derdorên berfireh yên civakê jî bû demeke nuh. Bi berxwedana Geziyê ya li Stenbolê, çalakiyên protestoyê yên di dîroka Tirkiyê de herî berfireh dest pê kirin. Di van pêşandanan de gelek grûbên cuda yên tevgerên ji hev cuda hatin cem hev. Queeran di berxwedana li hember sîyaseta bajêr ya neo-lîberal de bi bandor cî girt. Di dema pêşandanan de blokeke LGBTİ ava kirin, ray û ramanên xwe anîn ziman û çalakiyên niqaşê saz kirin. Çalakiya ku vê blokê amade kir ya herî mezin û bi bandor ev bû; di çarçoweya Christopher Street Day de û bi tesîra protestoyên Geziyê jî nêzîkî 100 hezar însan li hember AKPê tev li vê Meşa Rûmetê bûn.

Di pêvajoya niqaşên reforma qanûna esasî de, di dema protestoyên Geziyê û piştî wan de, querr hîn zêde tev li jîyana sîyasî bûn; hevkariya bi femînîst, antîmîlîtarîst, hawirdorvan û rêxistinên Kurdan kûrtir bû û têkiliya bi partiyên siyasî hîn zêde bû.

Hedefa van hemû xebatên sîyasî, daxwaza wekheviya li hember qanûnê bû. Bi vê armancê gelek parlamenterên CHPê hatin agahdarkirin û banga tevgerê li wan hat kirin. Di vê pêvajoyê de hewldaneke girîng jî ev bû ku parlamenterê CHPê Mahmût Tanal pêşniyarnameyeke pirsê da meclîsê. Tanal ji bo ku di dema niqaşên li ser guhertina qanûnê de, mafên querran  jî bê parastin gelekî hewl da. Di nav partiyên wek BDP û HDPê de grûbên querran hatin sazkirin. Di asta rêvebiriyên herêmî de jî hin xebat hatin kirin, wek mînak; ji bo querr û xebatkarên seksê li Şîşlî polîklînîkek hat vekirin, bi vî awayî hin pêşketinên din jî çêbûn.

Di dema protestoyên Geziyê de û piştî wê jî, li gelek herêmên Tirkiyê rêxistinên querr yên nuh ava bûn. Anuha li Tirkiyê nêzîkî pêncî rêxistinên querr yên cuda hene, lê mixabin piraya van rêxistinan hîn rewşeke fermî bi dest nexistine.

Di van 13 salên ku AKP bi tena serê xwe desthilat bû û rê dida ber sîyaseta welêt de, derdorên querr di pêvajoyeke dînamîk de bûn, bi awayê komelan xwe rêxistinî dikirin, hîn zêdetir daxwazên sîyasî dianîn ziman û bi sazî û rêxisitinên netewî û navnetewî re hîn pirtir têkilî saz kirin. Gelek partiyên sîyasî mafên LGBTİ xistin nav bernameyên xwe û soz dan ku di asta meclîsê de jî ew ê cî bidin querran.

Tevî hemû zor û zilma ku bi destê dewletê bi cî dihatin, bi taybet di êrîşên ku di dema AKPê de hîn zêdetir bûn jî, tevgera querran ya Tirkiyê di demên cuda de, bi gelek grûb, komel û partiyên cuda re tifaq çêkirin û ji bo ku saziyên raya giştî hîn zêde guh bidin wan alîkarî bi dest xistin.

Di dema têkoşîna azadî û li dijî cudaperestiyê de, tê dîtin ku pêwîstî heye ku bi grûbên cuda yên ew jî bi zor û zilmê benramber bûne re hîn zêde hevkariyê pêk bînin. Di vê çarçoweyê de, nûnerên tevgera querran ne tenê bi homofobiyê re, li hember cinsiyetperestî, nijadperestî, neyartiya seqetan û cudaperestiya elîtîst jî têkoşîn dikin.

Divê serkeftina AKP ya di hilbijartinên 1ê Sermaweza 2015an de, wek hewcedariya tevgere qeer ya Tirkiyê bê xwendin û divê ev tevger wek hewcederiyê di her qada civakê de bê dîtin. Divê ji hela bawerî û civakî jê bê parastin.

 

 

[1] Ev gotar li gor xebata Zülfikar Çetin ya di çarçoweya bûrsa IPC-Mercator de, di Stiftung Wissenschaft und Politik de hatiye weşandin amade bûye.

[2] Binêrin: Magnus Hirschfeld (1914), die Homosexualität des Mannes und Weibes.