Em li benda vexwandinê nînin, mafê me jî heye ku em beşdarî maseya aştiyê bibin

Akkoç dibêje ku, “Em niha di pêvajoya bêdengkirina çekan de ne. Ev, pêvajoyek e, ku dikare di nava du kes an hêzan de bê çareserkirin. Ez dixwazim ku bi tu awayî neyê rawestandin û bimeşe. Pêvajoya aştiyê dê piştî vê yekê dest pê bike û em jin jî dê li dora wê maseya aştiyê rûnin. Pir tiştên ku em gengeşî bikin, hene.”

Akkoç dibêje ku, “Ji bo birînên şer bêne pêçandin, pêwîst e, her du alî jî dest bi xebatên hevrûbûnê û avakirina lijneyên (komisyonên) heqîqetê bikin. Pêwistî bi xebatên ku hêrs û êşan sivik bikin, heye. Li Tirkiyê gelek mirovên wek Dayika Berfo hene.” 

Ew qala bûyerên ku ev 30 sal in jinên li Tirkiyê jiyane, qala têkoşîna wan, keda jinan û tevgerên siyasî ku li ser hêrsa wan bilind bûne, dijwariyên ku dema jin bi serê xwe siyaset dikin dertên pêşiya wan, dike

  • Îro li Tirkiyê tevgereke jinan a gelek bi hêz heye. Bi taybetî jî tevgera jinên kurd di gelek qadan de siyaseteke bi bandor dimeşîne. Têkoşîna jinên kurd çawa dest pê kir? Çawa gihîşt asta xwe ya îro?

Ger min yek ji tekoşîna jinên kurd dihesibînî, ya rastî hinek wisa me û hinek jî ne wisa.  Me ji KAMERê re jî ne got KAMERa Kurd, ji bo ku jinên ji gelek hindekahî û baweriyên din tên, hene û me ne xwest, ku tu kes ji wan li derve bimîne.

Ya rastî, beriya salên 1980-yî xebateke jinan a giran hebû. KJPê (İKD), li herêmê xebatên pir baş dikirin. Lê piştî sala 1980-yî pêla duduyan a femînîzmê bandor li me û Tirkiyê kir. KAMER, ku saziya jinan a yekem û serbixwe bû, ava bû û xwest ku tundiya di nav malê de bîne rojevê. Jin, di nav lêgerîneke wisa de bûn û amade bûn, ku tundiya di nav jiyana xwe de ferq bikin û gelek jinan ji KAMERê piştgirî stend û gelek jî saziyên jinan ava bûn.  Li gor min, şertên dijwar ên jiyanê, şer bi xwe û tundiya ku li her derê dihate jiyîn; ew faktorên ku berê me didan lêgerînekê bûn.

Ez teyoriya ku “şer jinan azad dike” rast nabînim. Lê şer, jinan ewqas bêçare dike ku jin riyên cuda yên ji vê rewşê derkevin, digerin û tevgera jinan li ser vê yekê jî bilind dibe.

Dema min li saziyên jinan ên li Cîhanê nihêrî, min du tişt dîtin. Beşek ji wan, bi tenê ji ber tundiya nav malê riya xwebirêxistinkirinê de da bûn ber xwe û ji vê rastiyê bi rêketi bûn, têkiliya vê rastiyê û şerên li Cîhanê û li welatê xwe raxisti bûn ber çavan.  Beşê dinê jî ji nav şer tê, tundiyê nîqaş dike û li ser jinîtiyê jî difikire. Lê taybetiya her du aliyan jî ew e, ku pişt re dest bi rexnekirina hemû cureyên tundiyê dikin. Dibînin ku çavkaniya tundiyê xwedî dike, yek e. Ew pergala zayendî ye, ku şideta li çiya, ya di binçavan û di nav malê de û bûyerên mobîngê ji nû ve dafirîne û wê vedigerîne wek tiştekî xwezayî.

  • Tu yek ji wan kesan î, ku demeke dirêj e, li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat; di qadan de, bi jinan re dixebitî, gelo te bandora şer a li ser jinan çawa dît? Li gor te, têkiliya şer, şideta mêran û cinayetên ku li ser navê namûsê pêk tên û ya pevçûn û milîtarîzmê heye?  

Hûn vê yekê bi awayekî pir balkêş di nav jiyanê de hîn dibin. Dema ez li ser milîtarîzmê difikirîm, şibîna darbe, artêş, hiyerarşiya artêşê û têkiliyên nav wê yên bi ferman û îteatkariyê û têkiliyên di nav pergala malbateke otorîter de, ji min re pir balkêş hati bû. Di nav her duyan de jî hewcedarî bi kesê ku fermanê dide û bi yê ku divê îteat bike, heye. Yê ku îteat nakin jî têne cezakirin. Cînayetên ku li ser navê namûsê pêk tên jî wisa dertên holê. 

Ez yek ji wan kesê ku li wê derê jiya bûm û ji bo ku vê têkiliyê bibînim, pewîst bû, ku şeş-heft sal bixebitiyama. Her tim min dipirsî, “Temam, tundî heye, lê çima ev cînayetên namûsê?” Lê min dît, ku çimaya vê yekê tune ye. Yê ku nebe îteatkar, tê kuştin.  Hûn dibînin ku ji serî heta binî pergal çawa bi awayekî wek hev dişuxile.

Li Tirkiyê, di salên 1980-90-yî de jin wek objeyekî di şûna hevjîn an kurên xwe de dihatin binçavkirin. Ger ku bi zorê nikarî bana, agahî ji zilamekî distendin, wê demê jin dihatin binçavkirin. Jin di binçavkirinê de li ba hevjîn an kurê xwe rastî tacîz û tecawizê dihatin. Wek objeyekê dihatin bikaranîn. Bi tawanbariya alîkarî û hewandinê diketin zindanan. 

Paşê, tiştekî ku emê encamên wê hêj jî bi awayekî bibandor bijîn, qewimî; mêr diçûn, dihatin binçav dikirin, diçûn serê çiya, direviyan… Jin jî bi vê jiyanê re bi tena serê xwe diman û guhartina roleke ku qet nedihate hesibandin pêk hat. Ew mecbûr man, ku parêzeran bibînin, biçin ber girtîgehan û zikê zarokên xwe têr bikin. Lê dijwarî mirovan hinekî ji bi hêz dike, ew jî ji vê rewşê bi hêz derketin. Jinên ku neçar man û ji malên xwe derketin, careke dinê di nav malên xwe de ne man. Îro jinên ku em wan li qadan dibînin, ew kes in.    

  • Bandoreke şer di zêdebûna tundiya di nav malê de çê bû an na?

Lêkolîn nîşan didin, ku şideta giştî, ya taybet zêde dike. Tundî, wek şêweyekî lêgerîna mafan, wek şêweyekî ragihandinê di nav jiyana me de vedigere rewşeke asayî. Bi min şer vê tundiyê zêde kiriye.

  • Nebahat Akkoç kî ye?

Min di sala 1971-ê de dest bi kar kir û 22 salan mamostetiya dibistana seretayî kir. Min di sala 1991-ê de li Amedê, serokatiya sendîkeya perwerdekaran a bi navê wê ya berê Eğit-Senê kir. Demeke pir xerab bû. Cînayetên kujêrên wan nediyar, kesên windayî, bûyerên îşkenceyan wek rewşeke ji rêzê dihatin jiyîn, ku em her roj pê re mijûl dibûn. Ez dibêjim qey wê demê 16 mamoste hati bûn kuştin. Roja 13.01.1993-ê hevjînê min Zubeyir Akkoç, dema ku bi hevalekî xwe re ji malê diçû dibistanê, hate kuştin. Min piştî ji wê rojê mamostetî ne kir. Ji xwe demeke ku têrî teqawitbûna min dikir, ez xebitîm û teqawit bûm. Dema ez teqawit bûm, berpirsiyariya min a sendîkeyê jî bi dawî bû. Ez dikarim bibêjim, ku piştî vê yekê jiyana min a dudoyan dest pê kir. Gava ku ez bi tundî û pirsgirêka jinîtiyê bi hev re fikirîm, KAMER derket holê.    

Ger hûn ji min bipirsin, ku ez ji ku derê me, dikarim ji we re bibêjim, ku ez ji her derê Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê me. Ez Wanî, Erziromî, Rihayî, Çewligî, Dersimî û Amedî me. Du zarok û sê neviyên min hene. Ez xebata xwe di KAMERê de didomînim. 

  • Te got, ku şer bi jinan re haydarbûnek çê kiriye.  Vê yekê di têkoşîna gelê kurd de zêdebariyeke çawa çê kir?

Jin derketin qadan û bi rastî jî bi mebesta ku hesabên jiyana zarok û hevjînê xwe bipirsin tevlî mitîngan bûn. Ew wisa bawer dikin, ku bi beşdarbûna xwe ya her mitîngekê dê riya çareseriya vê pirsgirêkê hinekî din vebe. Ango ew bi dil û can beşdar dibin. Tiştên ku ew dijîn, em dibînin; cop, xaz, bincavkirin, wan heqaretên di bin çav de dîtin û van êşan dînamîzmek tevlî tevgerê kir.

Dema hûn dinihêrin, ne bi tenê tevgera kurd, lê hûn dibînin, ku ev hikûmeta pir deng stendiye jî li ser keda jinan bilind dibe. Li wê derê jî birîneke dinê heye, jinên sergirtî ji civakê hatine dûrxistin. Dema li malê yan di karên pileya sisê yan çarê de bin, ji tu kesî re nabe pirsgirêk. Lê dema ku xwestin mafên xwe yên perwerdehiyê bi kar bînin, bixebitin an li ber çavan bin, civak ji vê yekê aciz bû. AK Partî jî tevgereke siyasî ye, ku li ser vê dûrxistin, cudayetî û hêrsa jinan bilind bûye. Me piştgiriya kampanyaya “Ger laçek tune be, deng jî tune ye” kir lê AK Partiyê piştgiriya vê kampanyayê ne kir. Ango ew tixûbên cihên ku jin dikarin werinê, destnîşan dikin.  

Serweriya siyasî di destê mêran de ye. “ Ev yeka han ku tê kirin, tê wateya ku temam, bila jin bikevin meclîsa partiyê, bibin hîmdar, biçin zanîngehan jî, lê cihê me jî nexwazin.”

  • Di tevgera kurd de ev rewş çawa ye?

Ez xwe wek jineke azad dibînim û ev têkildarî wan êşan e, yê ku min kişandine. Min ji bo kuliser  tundiya di nav malê de baxivim, dest pê kir û ez hatim vederkirin. Ez dikarim xwe wek mînak nîşan bidim. Bi her jina ku ewqas siyaseteke cuda ya li ser jinîtiya serbixwe bimeşîne çi bê kirin, wê heman tişt li min jî bê kirin.

  • Dema em li BDPê dinihêrin, em dibînin ku bayex bi wekheviya jin û mêran dide. Hûn li ser vê mijarê çi difikirin?

Sepandina kotayê ya BDPê, sîstema hevserokatiyê rêbazên bi bandor in. BDP û hemû partiyên berî wê, yên wek HEP, HADEP, DEP li ser dazwazên mafên mirovan û demokrasiyê hatin avakirin û xurt bûn. Em li vir behsa tevgereke mafên wê hatî desteserkirin, dikin. Ji ber vê yekê vêya jêvenegeriya BDPê bû, ji lewre demokrasî wekhevî ye. Ez vê yekê teqdîr dikim û bi ya min vêya partiyên din jî teşwîq dike.

Lê belê jinên li wir ji cihê ku ez lê dinihêrim, li meseleya jinan binihêrin, wê çi bibe, ez nizanim. Belkî jî tiştên ku min dîtin ji wê serdemê ye. Nizanim.

  • Dema ku we di serdema OHALê de xebatên xwe dimeşandin û mêr jî li hember dewletê têdikoşiyan, jinan şikayetên xwe yên ji mêran digihand we, hûn jî mecbûr diman ku bigihînin dewletê. Hûn rastî bertekan hatin? We li hember vê yekê çawa li ber xwe da?

Heta ku jinan ne xwest, me tu kesî şikayetî tu derê ne kir, rêgezên me yên giştî bi vî awayî ne. Lê dema ku kêr giha hestî, jinan got “ez ditirsim, wê min bikuje”, em li ber şikayetkirina wan ne bûn asteng.

Mîsyona ku me hilgirti bû ser xwe, berdewamiya jiyana jinan bû. Kurdbûna kesê ku wê bikuje, wê ji me re wek mehsûmiyeta kuştinê xuya bikira? Qet ferq ne kir. Li ku cihî wê di ewlehiyê de ba, wê wisa biba. Derdeke me yê wek lêpirsîna nasnameya etnîk û bawerî ya ew cihê ku wê di ewlehiyê de biba, tunebû. Ji me re ne xem bû; kujerê wê jinê kurdekî, peywirdarê ewlehiyê ku dê ewlehiya wê biparêze ji Tirkiyê ye. Em rastî bertekan hatin lê me ji xwe re ne kir xem.

  • Wek ku binpêkirina mafan bêhtir jin li ber çavan radixin. Em di têkoşîna li dijî HESan de, di berxwedanên karkeran de, di rûniştinên rojên şemiyan ên li dijî windakirinên bi zorê de, di dozên  derheqê tundiya mêran de her tim jinan dibînin. Hûn vêya bi çi ve girêdayî dibînin?

Em mirovên bi salan li mal rûniştî ne û me bîr bir. Bîrbirina bi riya jiyana xwe ya jinan, di heman demê de bîrbirina wan a li hember tiştên li derve diqewimin jî, xurttir dike. Ji ber vê yekê li hember neheqiyan li gel jinan berxwedanek bi pêş dikeve. Cesûrtir û bi bawer tevdigerin.

  • Serokwezîr ji jinan, a rast ji dayikan piştgirî daxwaz kir. Hûn vê axaftina wî û banga wî çawa dinirxînin? Ev banga piştgiriyeke rasterast e yan bi tenê daxwaza piştgiriyeê bi dilî ye?

Ji wê axaftinê peyvek heye, ku pir kêfa min jê re tê; got “Jinên Tirkiyê, dayikên Tirkiyê”. Ez dikarim bibêjim, min bi tenê ew bihîst, yên din zêde ne bihîst. Înşellah dev ji vêya bernede.

Serokwezîr bi riya dayikan siyasetê dike, lê hewce nake ji me piştgiriyê bixwaze. Jixwe em parêzvaniyê dikin, ku li Cîhanê, piştî şeran, li ser maseyên aştiyan jin hebin. Yanê tiştê ku me di vê mijarê de dide axaftinê, ne banga Serokwezîr e. Wek jin peywira me ya eslî û mafê me ye, ji xwe ku em di pêvajoya aştiyê de cih bigirin.

  • Heta niha piştî her “vebûnê” paşveçûyînek qewimî. Operasyonên KCKê, meseleya Xabûrê, nîqaşên destnedayîniyê… Lê di pêvajoya dawî de, aştî, bi berfirehî tê bilêvkirin. Hûn çawa dinirxînin?

Em niha di pêvajoya rawestandina çekan de ne. Ev jî dikare pêşiya aştiyê veke. Hem BDP, hem AKP, hem her kesên ku pêvajoyê dişopînin pir bi tedbîr û haydar in, ji lew re pelişîna piştî pêvajoya Xabûrê pir xerab bû. Bi ya min wê vê pêvajoyê bigihe armanca xwe û ez jî piştgiriyê didimê.

  • Baş e, bi ya we pêvajoya vê carê cuda ye? Bi çi awayî wisa bû?

Her kesê fêm kir, ku şerê di nav Tirkiyê de bidome û Tirkî wisa bêhêz bimîne, di pergala nû ya cîhanê de ya tê çêkirin jî wê bêhêz be. Bi ya min sedema herî girîng ev bû.

Serokwezîr li Rojhilata Navîn xwe gelek nîşan da, lê gelek dînamîk hene. Tifaqa di navbera Rûsya û Îranê de, meseleya Sûriyê û hwd. Ji bo Tirkiyê ne dîmenekî pir bikêrhatî ye. Ji ber vê yekê aştiya navxwe, demokratîkbûna Tirkiyê, wê li Cîhanê jî cihê wê zexm bike. Bi ya min sedema esas ev bû.

  • Pirî caran qala pênebawerbûna ji dewletê tê kirin. Mirovên ji rojhilat û başûr-rojhilat ên ku şer ji herî nêzîk ve û bi awayekî dijwar dîtine vê pêvajoya dawiyê çawa dinirxînin?

Aniha, tiştê ku em jê re dibêjin pêvajoya dawiyê, di mijara rawestandina çekan de asê bûye. Zarokên wan mirovan venegerin malê jî, qet nebe li çiyê, li derekî wê nemirin. Her kes bi kelecana vê kêfxweşî, bêrî û hêviyê ye. A rast paşê wê çi bibe, ev hîn nayê nîqaşkirin.

Tiştê ku ji BDPê re zehmetî ye, heta niha zimanê siyaseta xwe, ku li ser dijminiya AKPê ava kiri bû, niha dest bi sivikkirina wê dike.

  • Hêrsa bi alîgiran re jî kêm dike?

Tabî kêm dike. Ji xwe diviya ew hêrs tune ba. Siyaset wisa nayê meşandin. Ji bo her du aliyan jî dibêjim.

  • Hûn, nîqaşên derheqê zelaliyê de, ku bi weşandina zabitnameyan destpê kir, çawa dinirxînin?

Ez nikarim bibêjim zabitname hatin weşandin, ji nişkê ve got “req” û li nav serê me ket.

Bi ya min ji ber ewlehiyê hinek tişt dibû, ku veşartî bimînin, ji lew re ez dizanim ku her kes ji dil piştgiriyê nade vê pêvajoyê û veşartiyên herdu aliyan jî hene. Ne zor e, ku mirov texmîna xwestina sabotekirinê ya vê pêvajoyê bike.

Mesela kes ne mecbûr e, ku plansaziya vêkişandinê ji min re vebêje. Esas pêvajoya ku divê zelal be, pêvajoya piştî destpêka rawestandina çekan e. Hê em ne gîhiştine wir jî.

Bi ya min nehati ba weşandin wê baştir ba. Şêwazekî Ocalan heye û bi mirovên nêzî xwe re, wek mirovekî bi salan e, ku tenê ye, bêyî texmîna weşandinê peyiviye. Xêra weşandina wan giha kê? Bi tenê di devê kesên ku vê pêvajoyê naxwazin de bû gotin.

  • Ji bo selihandina bandora şerê 30 salan, piştî rawestandina çekan, pêdivî bi pêvajoyeke çawa heye?

Mirov, piştî rawestandina çekan wê rûnin û gelek bigirîn. Ji lew re kesên zarokên xwe winda kirine, wê têbigihêjin ku ew êdî venagerin.

Êşeke ketî ser hev heye û divê xebatên ku rê li ber derkirina wê vekin, bên kirin. Meseleya pêşniyara min ev e; êşa 1980-yî gelek mezin e. Deriyê wê Zindana Diyarbekir vekin, bihêlin bila mirov bikevinê û tê de bigirîn, dîwaran bêhn bikin. Gelek xebat divên ji bo derkirina êş û hêrsan. Xebatên hevrûbûnê, ji bo herdû aliyan jî komîsyonên heqîqetê divê.

Gelek mîna Dayika Berfo hene li Tirkiyê. Ji ber wê yekê piştî rawestandina çekan emê dîsa bipeyivin.

  • Li gor we vê carê bi rastî jî wê çek rawestin?

Bi ya min ev baş hatiye plansazkirin. PKK endamên xwe yên çekdar vedikişîne derveyî sînor. Ji ber vê yekê kes nikare provakasyonên li hundir biqewimin, bixe stuyê PKKê. Dibe ku ji derine din tiştine din bên kirin, lê bila dewlet li wan jî binihêre. Li gor min wê ji PKKê neyên ew tişt.

  • Baş e, piştî rawestandina çekan, di pêvajoya aştiyê de daxwazên jinan wê çi bin?

Wek min got, dêhn û bala me li ser rawestandina çekan e. Pêvajoya piştî wê, di dema wê de emê bipeyivin. Lê em dizanin, ku daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî gelek eşkere ye.

Daxwaza welatîbûneke berfireh a di makezagonê de gelek eşkere ye. Mecbûr in, ku rê li ber têvlîbûna siyasetê ya jinan vekin, sîstema kotayê bisepînin, siyaseta li ser kesekî ava bûyî bi dawî bikin, bendê rakin. Zêdekirina yekeyên ku jinên tundiyê dîtine piştgiriyê jê bigirin, malên stirînê hwd… Daxwazên me gelek in.

Yanê dema pêvajoya aştiyê dest pê bike, tiştên ku em li ser nîqaşan bikin gelek in. Divê rê li ber demokrasiya li ser esasên beşdariyê bê vekirin.

  • Heke cihgirtina jinan a di pêvajoya muzakereyan de bê astengkirin, wê çi bibe?

Li Tirkiyê em derbasî serdemeke nû dibin. Serdemeke ku her tişt ji nû ve karin bên sererastkirin. Yanê em li ser dirûvê berê, kopiya berê naxebitin. Ez parêzvaniya wê yekê dikim, ku maseyên aştiyê, yên ku jin ne li ser bin, nikarin çareseriyên rasteqîn hilberînin, ji lew re wê destpêkeke kêm û bê wekhevî be, tiştê kêm û newekhev jî wê xelet be.

Ewê me bi hêsanî li ser maseyê nedin rûniştin, ji lew re dinyaya mêran wê nexwaze serdestiyê bi jinan re parve bike. Emê jî zorê bidinê.

Jin 20-30 sal in, bi meseleya zayendiya civakî re hevrû dibin, lê mêr hevrû nabin. Zayendiya civakî bi tenê rolên jinan pênase nake, ku rolên mêran jî pênase dike. Jin bi rolên xwe têgihiştin; têgihiştin ku çawa hatine talîkirin, tundî ji nû ve çawa tê hilberîn, çawa hatine vederkirin. Lê mêrên ku bi rolên mêran têgihiştine, wisa kêm in, ku, hewcedariya wan jî bi hevrûbûna bi vana re heye.

  • Li gel vêya, jinên şervan hene û hejmara wan jî qet ne kêm e. Gerîlayên jin di pêvajoya çareseriyê de wê çawa cih bigirin, divê çawa cih bigirin?

Wê ew jî wek endemên din ên çekdar vekişin. Lê ez dizanim, ku jixwe ew di nav PKKê têkoşînekê dimeşînin. Tiştê ku me ji medyayê xwendi bû Sakîne Cansiz li ser tevgera jinan a PKKê bû. Jin pirî caran ji bo şoreşê firaxan jî dişon. Ew jî di asteke wekheviyê de nîn in. li gor min.

  • Bêyî ku hûn nasnameya xwe, serboriyên xwe û tecrubeyên xwe bidin alî, aştî ji bo we tê çi wateyê?

Dinyayeke xwedî qadeke jiyanê, ku tê de her kes xwe di ewlehiyê de hîs bike, bi cudahiyên xwe bi xwe tê de bibîne, xwe tê de azad hîs bike.

http://bianet.org/bianet/siyaset/145245-davet-beklemiyoruz-baris-masasina-oturmak-hakkimiz?bia_source=newsletter