Klîşeyên Kurdîstana Kovî…

Teaser Image Caption
…rastî û dîtinên gelek însanan yên di derbarê jîyana Kurdan de nînin ziman.

Ev nivîs pirtirîn ji bo raya giştî ya Ewropa û Alman e.

Divê êdî em li xwe mikur bên. Gava ku em li ser Kurdên Tirkîye, Sûrîye, Îran û Iraqê difikirin, di serî de ev klîşeyên ji Karl May mane, tên heşê me: Mêrên ku bi saya eşîran desthilat in, yên bi gelek jinan re dizewicin, mêrên bi şelwer yên ji bo namûsê însanan dikujin. Jina Kurd a bindest, tenê bi Kurdî dipeyive û ne xwenede ye. Kurd terorîstekî çavsor e ku em hefza xwe jê dikin. Kurd bi çavkorî didin pê serok Ocalanê otorîter û evîndarê xwe...

Lê, ji we re nûçeyeke min a baş heye: Kurd jî gava ku xwarinê dixwin çetel û kevçî bi kar tînin. Di rêxistinên sîyasî û sazîyên civaka sîwîl de cî digirin. Partîyan ava dikin, dizanin bixwînin û binivîsin. Hun dikarin “bi awayekî normal” bi wan re bipeyivin. Û -nayê bawerkirin lê- ji hemwelatîyên xwe yên ne Kurd pirtir hewl didin ku, jin bi awayekî demokratîk tev li çalakîyên civakî bibin. Li Tirkîyê, tenê HDPê ji bo jinan kotaya ji % 50 pejirandiye û hewl dide ku vê yekê bi sîstema hevserokatîyê li herêmê bi cî bike. Li gor îstatîstîkên dawîn, jin li rojavayê Tirkîyê hîn pirtir hatine kuştin.

Dîsa dibe ku bawerkirina wê zor be jî, Kurd bi awayekî zanyarî, li ser modelên perwerdeya du zimanî, tecrubeyên pêvajoyên aştîyê yên navnetewî, federalîzm û xweserîya demokratîk dixebitin. Kurd, standardên hiqûka navneteweyî ji hemwelatîyên ku ne Kurd in, baştir dizanin. Baştir dizanin ku dezgeh û sazîyên hiqûka navneteweyî çawa dixebitin, lewra bi saya van dezgeh û sazîyan dikarin mafên xwe yên ku hiqûka navneteweyî diparêze û di asta neteweyî de jê bêpar hatine hiştin, bi cî bînin.

Wexteke berê li Almanya zanyarekî got ku, tu konsepta (an jî bername) Kurdan tuneye ku, ew ê li dibistanan perwerdeya bi zimanê zikmakî çawa bi cî bînin. Ji ber ku ev hîn salek e ku bikaranîna alfabeya Kurdî ji qedexeyê xelas bûye, divê tu kes li vê yekê şaş nemîne. Lewra di demên borî de, Kurdan ji bo ku herfên wek w, q û x bi kar bînin gelek têkoşîn dan û ji bo ku ji van herfan ceza nebin, pir ber xwe dan.

Û divê tu kes şaş nemîne ku, konsept û ramanên sîyasî yên wek otonomîyê, ji ber ku sîyasetmedarên Kurd bi endamtîya KCKê tên tewanbarkirin, pir giran (?) dimeşin. Li herêmên ku Kurd lê dijîn asta dahatûyê, ji dehan yekê asta dahatûya herêmên Rojava ye, gelo ev jî berpirsîya Kurdan e? Kurd ji ber feqîrtîyê pirî caran zarokên xwe dişînin her çar alîyên welêt, zarok li van deran di şerdên pir xerab de wek karkerên demsalî dixebitin, gelo ev jî berpirsîyarîya Kurdan e?

Êdî dem hatiye ku, em bi awayekî rasteqînî li Kurdan binêrin.  Divê em êdî Kurdan, wek şirîkekî tev li avakirina avahîyeke demokratîk bikin. Û divê em jî hewl bidin û ber xwe bidin ku, aştî û demokrasî li Tirkîyê jî bi cî bibin. Piştî pêvajoya ji sî salan zêdetir, divê êdî me jî fahm kiribe ku, pêvajoya aştîyê ji bo demokratîkbûna Tirkîyê, şerdekî sereke yê muhîm e. Divê ku armanca pêvajoya aştîyê, ne tenê bêçekkirina pirsgirêkê be, divê ku ev pêvajoya aştîyê garantîkirina mafên Kurdan jî armanc bike.