Saziyên Bretton Woods & Niqaşên Krîza Global

Image removed.

 

Di dawiya mehên sala 2008an de dinya bi krîzek mezin ya aborî re beramber bû. Gelek pisporan digotin ku ev krîzek herêmî ye û wê tenê bandorê li bazarên fînansê bike. Wek van pisporan, Serokwezîrê Tirkiyê jî digot, “krîz wê di qiraxa Tirkiyê re ‘texet’ derbas bibe.” Lê di demeke kurt de hat dîtin ku ev krîz ne herêmî ye û tenê bandorê li bazarên fînansê nake.

DYE, ji bo krîzê berteref bike û bandorên wê kêmtir bike ‘Plana Çareseriyê’ ya ji 700 milyar $ pêk dihat çêkir. Di vê pêvajoyê de, Lehman Brothers Inc. (banqeyek DYE ye) bi deyhnekî 613 milyar $ têk çû, îflas kir. Hin şîrketên wek General Motors Corporation û Chrysler jî gava li ber îflasê bûn, an ji teref dewletê hatin kirîn an jî mecbûr man ku ji xwe re şirîkên nuh pêde bikin. Hewl dan ku şîrkete sîgortayê AIG, bi kirîna ji teref dewletê ji îflasê xelas bikin. DYE heta îro, ji bo çareseriya vê krîzê 8,5 trilyon $ dolar xerc kiriye.

Ev krîz bi lez û bez global bû, herêmên wek Ewropa û Asyaya Dûr tavilê ketin binê bandora vê krîzê. Li gor hejmarên TUIKê (Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê), di dawiya sala 2008an de, di mehekê de hejmara kesên betal (bêkar) 279 hezar pirtir bûye. Li gor agahiyên sendîqayan hejmara kesên ji kar hatine derxistin ji milyonekî zêdetir e. Nîsbeta bêkarbûnê ya derveyî çandiniyê li dor ji sedî (%) 17 ye. Tev li malbatan bi qasî 20 milyon kes, ketine binê bandora bêkarbûnê.

Hin aborînas (ekonomîst), vê krîzê bi krîzên 1873-1893 û 1929-1941 re beramber dikin. Hin ji wan dibêjin ku ev krîz ji ya ‘Krîza Mezin’ kûrtir e û wê bandorên hîn xedar bike. Lewra, dibe ku em îro di xetereke hîn mezintir de bin.

Vê krîzê aniha wek krîza 2001ê xisarek mezin nedaye bazarên fînansê. Xezîne mecbûr nema ku wek krîza 2001ê 100 milyar $ xerc bike. Lê dibe ku di rojên pêş de, serpêhatiya General Motors, li şîrketên Tirkiyê jî biqewime. Dibe ku şîrketên wek motora aboriyê dixebitin jî têkevin tengasiyê û piçûk bibin. Ji xwe hejmara şîrketên ku li hember krîzê deyax nakin û dev ji hilberînê berdidin an navber didin hilberînê bi lez û bez zêde dibin.
Gelek kes difikirin ku ev krîz, ji kêmasiya regulasyona bazarên fînansê derketiye holê. Hin kes jî dibêjin ku ev krîz, bi nakokiyên sîstema kapîtalîzmê re têkildar e.

Pêşniyarên ji bo çareseriya krîzê jî, ji yên krîza 1929-41ê ne cudatir in. Ji bo çareseriyê ev pêşniyar tên kirin: Dewlet bila kargehan veke an alîkariyê bide kargehên heyî ku pirtir kes karibin li wan kargehan kar bikin, alîkarî bike ku hilberîn pirtir bibe û kirîn zêdetir bibe. Lê krîzek ekolojîk jî li hember dinyayê heye. Guhertina îklîma global, zuhabûn, krîza xwarin û vexwarinê û bobelatên xwezayî; diyar dike ku bi hewldanên wek yên ji bo krîza 1929an ev krîz çareser nabe.

IMF ku wek saziyên Bretton Woods tê zanîn û Bankaya Dinyayê, piştî krîza 1929-41ê; ji bo serastkirina bazarên dinyayê, pêkanîna pêşketinê û rêlibergirtina krîzan di sala 1944an de hat damezirandin. Ray û ramanên Keynes yên di derheq aboriya dinyayê de, di van her du saziyan de jî hat pejirandin.

Armanca IMF ew bû ku, li gor Peymana Bretton Woods, di nav welatan de tevgera mal û diravan (pere) serast bike û gava takêşî derkeve bi krediyên demkurt vêya çareser bike. Debara IMF li ser diravên welatên ku endam in dimeşe, her welatê ku endam e û alîkariyê ji IMF dixwaze, divê tevgerên xwe yên dirav û aborî li gor pêşniyarên IMF saz bikin. Ji ber ku welatên bi IMF re li hev dikirin, dikaribûn ji banqeyên taybet qredî bistînin, peymana bi IMF re pir girîng bû.

Bankaya Dinyayê jî, gava Konferansa Bretton Woods çêbû, karê bidestxistina qrediyên ji bo pêşketinê yên Welatên Başûr ava bû. Bankaya Dinyayê di dema damezirandinê de ji IMF cudatir bû, qrediyên demdirêj dida.Di nav demê de rol û alavên fînansmanê yên IMF û Bankaya Dinyayê hatin guhertin. Di hin deman de hek hin polîtîqayên aborî wek şert hatibin pêşniyar kirin jî, hin welatên Başûr yên wek Tirkiyê ji ber van polîtîqayan krîzên aborî yên mezin derbas kirin.

Ev her du saziyên ku ji bo rê li ber krîzên global bigrin hatine damezirandin, di krîza îro de bi sê sedeman cardin girîng in: 1- Ev krîz rolên global yên van saziyan ji nuh ve derdixe qada niqaşê. 2- Wek çend meh berê cardin hin welat mecbûr dimîninku bi IMF re peymanekê çêbikin. 3- Polîtîqayên ku wê Bankaya Dinyayê di rojên li pêş pêkbîne, bi taybet ji bo krîza ekolojîk û aborî pir girîng in.

Her du sazî jî, mecbûr in ku bi pirsên pir girîng yên ku bi saya vê krîzê derketine holê rûbirû bibin: Sedemên krîza aborî û têkildariya bi polîtîqayên neolîberal; têkildariya dewlet û bazarê, ya dewlet û pêşketinê; alternatîfên rola IMF û Bankaya Dinyayê; kêrhatina tevdîrên hatine bikaranîn; pêdiviya pêvajoyên ji bo nuhbûna karên saziyan; têkildariya krîza ekolojîk bi ya aborî û civakî re; IMF û Bankaya Dinyayê wê dikaribin bi van taybetiyên xwe van pirsgirêkan çareser bikin.

Di rewşeke wisa de, Civîna Salane ya IMF û Bankaya Dinyayê li Stenbolê çê dibe, ev yek ji bo tevlêbûna niqaşên domdikin yên global û lêgerînên alternetîfan firsendek girîng e. Li hêla din, Bankaya Dinyayê wê ‘Rapora Pêşketina 2010an’ ya bi navê ‘Pêşketin û Guhertina Îklîmê’ li Stenbolê diyar bike, ev yek jî girîngiya vê civînê pirtir dike.

Zanîngeha Zanînê ya Stenbolê (Bernameya Lîsansa Bilind ya Polîtîka û Aboriya Navnetewî) û Komeleya Heinrich Böll Stiftung wê hewl bidin ku bi vê konferansê; alîkariya lêgerînên sedemên krîza aborî, krîza ekolojîk, bêkarî, feqîrî û rolên saziyên navnetewî bikin.

Banga me ev e: Hemû akademîsyen, lêkolînvan, sendîqavan, saziyên civaka sîwîl, aqtîwîst, hawirdorhez, xwendekar, ekolojîst, kesk; bi kurtasî hemû kesên ku ji pêşeroja dinya û mirovatiyê xwe berpirsiyar dibînin û dixwazin ji bo vêya têkoşînê bidin werin tev li konferansa me bibin.

Hun dikarin bernameya konferansê ji vir pêde bikin: IMF-DB Konf. Prog. (PDF)
Ji bo dokumentên din li vir binêrin: Afîş, Îlanên destkî

Zanîngeha Zanînê ya Stenbolê (Bernameya Lîsansa Bilind ya Polîtîka û Aboriya Navnetewî)

Komeleya Heinrich Böll Stiftung