Hûrgiliyên Ji Bo Serîlêdana Bûrsê

Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ji bo xwendekarên ku babeta xwe ya lêkolînê bi giranî di der haq Pêşxistina Gundewarî û Enerjiya Tê Nuh Kirin / Enerjiya Berdartir de hilbijarti ne û têza xwe jî di vî babetê de amade dikin re, piştî somestra (dansal) duyemîn an jî sêyemîn, herî zêde sê dansal wê bûrs bide. Şert û mercên dayîna bûrsê û belgeyên pêwîst li jêr hatine nivîsandin:
  1. Li der haq bûrsê agahî
  2. Şertên serîlêdanê
  3. Hilbijartina bûrsiyeran û krîterên pêwîst
  4. Tarîxa serîlêdanê
  5. Belgeyên pêwîst

1. Li der haq bûrsê agahî

Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ji bo xwendekarên ku babeta xwe ya lêkolînê bi giranî di der haq Pêşxistina Gundewarî û Enerjiya Tê Nuh Kirin / Enerjiya Berdartir de hilbijarti ne û têza xwe jî di vî babetê de amade dikin re, piştî somestra (dansal) duyemîn an jî sêyemîn, herî zêde sê dansal wê bûrs bide. Di têzên ku bêne hilbijartin de, nêrîna civakî ya li hember cinsî girîng e. Di vê bernameya bûrsê de amanc ew e ku wan xwendekarên ku dixwazin di babetên eşkerekirî de lêkolînên xwe pêkbînin alîkariya wan bêne kirin, kêrhatîbûnan (soft skills) wan bêne pêşxistin û piştî perwerdehiya wan jî bikaribin di warê pisporiya xwe de bixebitin bêne teşwîkkirin.

Ji bilî 150.- Ewroyê mehane, di destpêkirina du dansalan de jî 150.- Ewro jî ji bo alîkariya lêkolîn û pirtûkên wan were dayîn.

Di dema bûrs dayînê de ji bo bûrsîyeran ji alî Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ve bernameyekî taybet jî were amadekirin. Bûrsiyer wê beşdarî vê bernameya taybet bibin û bi gorî daxwaziya xwe wê 2 meh staj jî bikin. Her weha ji bo ku bûrsiyer bikaribin li welat û derweyî welat beşdarî konferans, semîner û sempozyûman bibin jî, wê ji wan re alîkarî bê dayîn.

2. Şertên serîlêdanê

  • Divê hemwelatiya Komara Tirkiyê be.
  • Divê qeyda wî/ê di bernameyekî lîsansa bilind ya zanîngehekî Tirkiyê de hebe û her weha ev zanîngeh jî divê ji alî Konseya Xwendina Balayî (YOK) jî bête naskirin.
  • Lêkolîn û babeta têzê wî/ê divê bi giranî li der haq Pêşxistina Gundewarî û Enerjiya Tê Nuh Kirin / Enerjiya Berdartir bibe.
  • Xwendekarên lîsansa bilind ku wê serî li bernama bûrsê bidin, divê dema serîlêdanê xwendekarê dansala ewil an jî ya dûyemîn bin.

3. Hilbijartina bûrsiyeran û krîterên pêwîst

Serîlêder, wê bi riya postayê û bi nivîskî serî li Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê bidin.
Serîlêdanên bi nivîskî gêhîştî ye komeleyê, wê ji alî lijneya şêwirmendî bête nirxandin. Lijneya şêwirmendî wê bi xwendekarên ku di nirxandina ewil de hatine bijartin ve mulaqatekî bike û pişt re yên mafê bûrsê wergirtine eşkere bike. Lijneya şêwirmendî dema bûrsiyeran hilbijêre, wê wekheviya cinsiyetan li ber çav bigre.

Krîterên dema nirxandinê: Serfiraziyên perwerdehiya berê yên xwendekaran, motîvasyonên wan ên civakî û polîtîk û xebatên wan ên li saziyekî civakî ya sîvîl, krîterên serekî ne. Ji bilî vana krîterekî din jî ev e ku divê xwendekar ji ciyekî din bûrs negrin. Di serîlêdanê de rewşa civakî û aborî ya xwendekaran jî wê li ber çav bê girtin.

4. Tarîxa serîlêdanê

Serîlêdan, wê di tarîxeke ku nava meha Çileya Pêşîn de bête diyarkirin de, ji navnîşana jêrîn re bi riya poste an jî kargoyê bê çêkirin. Serîlêdan, wê di Çileya Pêşînê de werin nirxandin. Di navbera meha Sibatê de jî bi xwendekarên ku nirxandina ewil derbas kirine re, wê mulaqat were çêkirin.
Tarîxa ku ji bo dewreyekî pişt re hatiye diyarkirin, 15ê Çileya Pêşînê 2010 e.

5. Belgeyên pêwîst

Belgeyên serîlêdanê divê wekî du çel (nusxe) ji Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê re were şandin.
Belgeyên ku tên xwestin:

  • Forma Serîlêdanê (PDF, 3 rûpel)
  • Nameyekî serîlêdanê ku herî zêde rupelekî ye û tê de sedema serîlêdanê, rewşa perwerdeyê, amanca xwendinê û karên jiyanî û motîvasyonên civakî û polîtîk hatine nivîsandin.
  • Babeta têza xebatê û kurtenasîna wê.
  • Nameyekî ku li ser jiyana wî/ê ya borî ku tê de perwerdehiya wî/ê ya berê jî bi firehî cîh digre.
  • Nameya referansê (Ji alî şêwîrmendê/a wî/ê ya têzê hatiye nivîsandin)
  • Fotokopiya dîplomeya zanîngehê ku ji alî daîra xwendekaran ya zanîngehê ve hatiye tesdîqkirin.
  • Belgeya xwendekariyê
  • Transkrîpa dema perwerdeya lîsansê û ya lîsansa bilind.
  • Fotokopiya nasnama cinsî

Ji bo serîlêdanên ku hûnê ji navnîşana jêrîn re bikin ji niha ve sipas.

Heinrich Böll Stiftung Derneği
İnönü Cad. Hacı Hanım Sok. 10/12
Gümüşsuyu/İstanbul
info@boell-tr.org (Serîlêdanên ku ji navnîşana maîlê re bête kirin de, divê forma serîlêdanê bi awayekî îmzekirî were şandin.)

Têbinî:

  • Agahiyên ku hûnê di dema serîlêdanê de bidin, wê tev dizî bin û ji tu der û dor û kesên din re neye dayîn.
  • Dema serîlêdanê we were redkirin, Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ne mecbûr e ku tu agahiyekî bide we.
  • Belgeyên ku ji bo serîlêdanê ji Komeleya Heînrîch Boll Stîftunfê re werin şandin, wê neyên îadekirin.
  • Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin li beşa ‘pirsên bi zêdeyî tên pirsîn’ binêrin.
    Encamên li der haq serîlêdanê herî dereng 31ê Çileya Paşînê 2011an de wê ji maîlê we yê şexsî re bi riya e-posteyê were şandin.