Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê

Image removed.

Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl 21-22 / 11 / 2009, Stenbol

Di kevneşopiya dewleta Tirkiyê de, artêş di rewşeke desthilatdar de ye. Artêşê, vatiniya xwe bi ewlekariya welat ve sînor nake; her dem di kar û barên siyasî, civakî û aborî de jî xwedî helwesteke desthilatdar e. Artêşê, ji damezirana komarê vir ve, sererast an bi awayên din, her dem hewl daye ku, her qada jiyanê li gor ray û ramana xwe dîzayn bike. Artêş, di nav serweriya netew-dewlet de bi rolekî navendî cîh girtiye û bi temsîlên xwe wek Tirkiyeya nûdem hatiye lanse kirin.

Têkiliya artêş û dewletê, hewce ye ku, li gor demokratîkbûna YE (Yekîtiya Ewropa), pêşketina civaka sîwîl, sîwîlbûyina siyasetê ji nuh ve bê nirxandin û li gor van prensîban têkeve rewş û statuyeke nuh.

Di vê babetê de mijarên hewceyî niqaşê ev in:

Di Sîstema Komara Tirkiyê de Rola Artêşê- KEN (Konseya Ewlekariya Neteweyî)

Ji damezirandina Komara Tirkiyê vir ve, pir eşkere tê dîtin ku, artêşê bi her awayî her dem hewl daye ku, siyasetê serast bike, bi rêve bive û li gor xwe bimeşîne. Artêşê herî eşkere, di demên ku desthiltadariya dewletê bi derbeyên leşkerî xistiye destên xwe, hêza xwe derxistiye herî pêş. Heta roja îro, artêşê bi çar derbeyan, li Tirkiyê jiyana siyasî qutbir kiriye. Bi van derbeyan, artêş li Tirkiyê bûye hêza desthilatdar. Piştî derbeyê jî bi saziyên wek KEN (Konseya Ewlekariya Neteweyî) desthiatdariya xwe ya li ser sîstemê domandiye. KEN, bi Zagona Esasî ya 1961ê de hat damezirandin; di dema reforman de hinekî hat guhertin, lê hîn jî tev li siyasetê dibe. E-Muxtiraya di sala 2007an de, ji vê yekê re mînaka herî eşkere û balkêş e. Di eynî demê de, bi rêya “civînên ji bo agahdariya çapemeniyê” jî, hat xwestin ku raya giştî li gor armanca wan hewl bidin.

Şûraya Leşkerî ya Bilind

Biryarên Şûraya Leşkerî ya Bilind (ŞLB), li derveyî kontrola dadgehê ne; ev yek jî hêza leşker ya di nav sîstemê de pirtir dike. Civînên ŞLB ji raya giştî re girtî ne; di van civînan de, ne tenê biryarên teqawîtî, terfî û ji kar derxistinê tên stendin. Li gel van, biryarên di derheq bername û armancên Hêzên Çekdar yên Tirkiyê (HÇT) zagon, destûr û rêzikname jî tên stendin. Pêşî û paşiya her civîna ŞLB, hemû raya giştî guh û çavên xwe bera ser diyariyên Serokê Sererkaniyê didin û li gor van diyariyan hewl didin ku, helwesta artêşê ya li hember pirsgirêkên di rojevê de ne fahm bikin. Ji ber vê taybetiyê ŞLB, him azadiya siyasî û saziyî ya artêşê xurtir dike û him jî vatiniya artêşê ya parastina sîstemê temam dike, rê li ber vêya vedike ku artêş herdem dikaribe mudaxeleyî qada siyasî bike.

Cudatiya Dadgeha Sîwîl û Leşkerî

Li Tirkiyê, cudatiya dadgeha sîwîl û leşkerî jî, ji leşkeran re îmtiyazek e. Dadgeha leşkerî piştî derbeya 1960î nasnemayek zagonî bi dest xist; piştî derbeya 1980yî jî ev taybetiya xwe domand. Ev taybetiya dadgeha leşkerî, li Tirkiyê rewşa artêşê ya di nav sîstemê de diparêze û xurtir dike. Mudaxeleyên artêşê yên di nav sîstemê de û bi awayekî îmtyazî sekina artêşê ya di nav sîstemê de, bi vî awayî mumkun e. Lewra hewldan û kar û barên artêşê li derveyî dadgeha sîwîl dimîne. Ya ku vê îmkanê dide artêşê, zagona dadgeha leşkerî ye. Di pêvajoya reforma Yekîtiya Ewropa re, pakêta reforma dadgeha sîwîl û leşkerî hatiye amadekirin.

Butçeya Parastinê

Madeya 160. ya Qanûna Esasî wisa ye: “Berpirsiyariya kontrola hemû mal, hatin û mesrefên saziyên ewlekariya civakî û rêvebiriyên dewletê; hukumkirina çalakî û hesabên berpirsiyaran; lêkolîna bi qanûnê hatiye dayin, kontrol û hukumkirin; li ser navê Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyê (MMNT) karên Sayiştayê ne.” Lê tev li vêya jî, wek ku di Rapora Pêşketinê ya sala 2008an ya Komîsyona YE de jî hatiye diyar kirin; “ji bo xurt kirina kontrola MMNT ya li ser mesref û butçeya leşkerî tu pêşketin çênebûye.” Hesab dayin û şefafiya dewletê daxwazek demokratîk e. Nêviyê butçeya salane ya Komara Tirkiyê (KT) aîdî artêşê ye; tev li vê yekê jî MMNT, nikare mesrefên leşkerî û mesrefên ewlekariya hundur kontrol bike û baş nayê zanîn ku pereyê artêş distîne bi çî awayî tê xerc kirin.

Saziya Hevkariya Artêşê (SHA-OYAK)

SHA, bi hatin û kar û barên xwe di nav holdîngên Tirkiyê yên herî mezin de cî distîne; bi saya SHA artêş li Tirkiyê xwediyê hezeke aborî ya mezin e. Artêş di qada siyasî û civakî de bi hêz e, bi bandor û desthilatdariya xwe ya aborî jî hêza xwe ya dezgehî kûrtir û xurtir dike. Ji ber vê yekê, di derheq veqetîna qada sîwîl û leşkerî û hêza leşkerî ya endustriyî, xof û gûman pir eşkere derdikeve holê. SHA ji zû ve, ji saziyek hevkariyê derketiye, bûye hêzeke aborî.

Ergenekon û Dewleta Kûr

Di dema dawî de, bi navê “Ergenekon”; di derheq hin rêxistinên di nav û derveyî artêşê, hin hewldan û tevgerên wek “Dewleta Kûr” tên bi nav kirin ku li pê rêvebiriya dewletê digeriyan de pêvajoyek dadgehî dest pê kir. Hat dîtin ku, armanca van tevgerên “Dewleta Kûr” ev e: Raya giştî, hin rêxistinên wek saziyên civaka sîwîl dixebitin, hin kes û saziyên ji dewletê re kar dikin têxin binê bandora xwe, li gor armanca xwe bi rêve bive, li gor ray û ramanên xwe pêvajoyek civakî pêk bînin.

Leşker, bi mîsyona ku daye xwe û qada fireh ya ku lê desthilatdar e; di dîroka Tirkiyê ya nûdem de ketiye ciyekî navendî. Rewşeke wisa çêbûye ku; sazî, helwest, tevger û hewldanên artêşê divê neyên rexne kirin û gotûbêj li ser çênebin. Ev rewşa artêşê; ji bo demokratîk bûyin, pêşketin û çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê dibe asteng. Bi taybet jî di van mijaran de helwesta artêşê dibe asteng û rê li ber çareseriyê digire: Pirsgirêka Kurd ya mezin û ji demeke dirêj ve li benda çareseriyê ye, Pirsgirêka Kibrisê, dijayetiya oldar û laîkan û hwd.

Yekîtiya Ewropa (YE)

Piştî ku guftûgoyên (muzakere) ji bo endamtiya Tirkiyê ya YE dest pê kir, lêpirsîna vê rewşa bi hêz ya artêşê û reformên ku hewce ne jî ketin rojevê. Lewra hebûna hêza artêşê ya berfireh û desthilatdar ya di qada sîwîl û dewletê de, rê li ber lihevkirina Tirkiyê û YE digire. Ji ber vêya, li gor guftûgoyên bi YE re, divê têkildariya leşker û sîwîl ji nuh ve bê nirxandin, pêwîst û hewce ye ku li gor bingeha demokrasî û sîwîlbûyinê artêş ciyê xwe bigire.

Wek rewşeke paradoksî jî ev tişt derdikeve hember me: Tevî ku gelek caran rasterast an bi awayekî din artêşê mudaxeleyî siyasetê kiriye jî, di gelek anketên raya giştî de hîn jî artêş wek saziya herî pêbawer, saziya ku demokrasî û Tirkiyeya Nûdem diparêze tê pejirandin. Di panela roja duyem ya konferansê de, wê “Almanak Tirkiye 2006-2008: Rapora Siyasî ya Reforma Sektora Ewlekariyê” ya ji teref TESEV hatiye weşandin, bê nasandin û niqaş kirin. Rapora ji teref edîtorên Almanakê Ali Bayramoğlu, Ahmet İnsel û Hale Akay ve hatiye amade kirin; ji bo pirsgirêkên di sektora ewlekariyê de, pêşniyarên çareseriyê û reformên ji bo sektora ewlekariyê armanc dike.

Wek Nûnertiya Tirkiyê ya Komeleya Heinrich Böll Stiffung, di konferansa 21-22 / 11 / 2009an de, emê hewl bidin ku, têkildariya artêş û saziyên din yên parastin û ewlekariyê bi siyasetê re û kontrola li ser van saziyan; bi pisporên navnetewî û ji Tirkiyê niqaş bikin û binirxînin. Bi vî awayî em daxwaz dikin ku, pirsgirêka herî mezin ya ji bo demokrasiya Tirkiyê derxînin rojevê û ji bo guhertinan alîkariya ray û ramanan bikin.

Bi rêz û silavên me.

Hun dikarin bernameya konferansê ji vir pêde bikin: PDF-Prog

Niwêneriya Tirkiyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiffung