Di navbera bazarên fînansê û polîtîkayên şuruştê de: IMF û Banaya Dinyayê dikarin dermanê çareseriyê bin?

Barbara Unmuβig, Seroka Hevbeş ya Komeleya Heinrich Böll Stiftungê

Civînên bilind yên navneteweyî bi lez û bez didomin. Di navbera Civînên Bilind yê Şuruştê yên li Pittsburg û Kopenhagê, civînên salane yê Bankaya Dinyayê û IMF’ê (Fona Dirafê ya Navneteweyî), wê di 4 û 7’ê Çiriya Pêşînê li Stenbolê bicive. Her du sazî jî bi aloziya glover yê bazarê û aloziya şuruştê, bi awayekî rasteqînî vedigerin qada çareseriyê. Barbara Unmuβig, Seroka Hevbeş ya Komeleya Heinrich Böll Stiftungê, di navberekî de bîlanço derdixe.

Di rojeva konferansa Stenbolê de, babeta tesîra aloziyên bazarê û ya şurustê li ser welatên bipêşvediçin de çî ye, babeta herî balkêş e. Her du alozî jî, bi taybetî di Nîvqada Başûr û Ewropayê Rojhilat de, li ser hin welatan bandorekî zêdetir çêkiriye. Her du sazî jî bal dikşînin ku aboriya dinyayê hêdî hêdî ji aloziya gilover derdikevin û ber bi rehtbûnê ve derin; lê her weha lê zêde dikin û dibêjin ku ev yeka ji bo welatên bipêşvediçin de hê gelekî zû ye. Serokê Bankaya Dinyayê Zoellick rewşa niha bi awayekî vekirî aniye ziman: “Hin welat ber bi deriyê derve dimeşin, lê hin welat hê jî nav malê de ne ku agirê wê mala hê jî netemirî ye.”

Serkeftin û binkeftiyên aloziyê

Piştî civînên bilind yê G20’ê ku di Nîsana 2009’an de li Londonê civiya bû, ji bo tesîra aloziya aborî û bazarê li ser welatên Nîvqada Başûr û Rojhilata Ewropayê kêmtir bibe heyiyên aboriyê yên her du saziya bi awayekî çavdîtî zêdebû. Her weha Bankayê Dinyayê, di fînansekirina suruştê gilover de rola xwe ya serekî, dixwaze zeximtir bike. Banke, berî civîna Kopenhagê dixwaze xwe derxe pêş û her wiha di fînansekirina avadaniya suruştê de ku bi milyaran tê îfadekirin, wê rolekî çawa bigre eşkere bike.

Welatên G20, şansê xwe yê ku senedekî vala bide Bankaya Dinyayê û IMF’ê ku ew jî bikaribin alîkariya aborî hem bi awayekî sererastî û hem jî bi şertê çêkirina reforman belavbikin, windakir. Ji ber vê yekê wê li civînên salane yê li Stenobolê, piranî bernameyên aloziyê bêne gengeşîkirin. Di gengeşiyên Stenbolê de ne tenê welatên endam, rêvebirên hukumetê yên welatên endam, an jî niwênerên bankayên navendî cîh bigrin; wê her weha niwênerên gelek saziyên sîvîl ku gelek salên dirêj e rêvebirina aloziyê yên her dû saziyan dişopînîn, cîh bigrin. Bi taybetî welatên Nîvqada Başûr bi dengekî bilindtir dipirsin ku di fînansekirina parastina şuruştê ku di welatên paşdamayî û bipêşvediçin de, Bankaya Dinyayê navnîşanekî rast e, an na? Ji ber civîna ku wê li Kopenhagê çêbe û wê piranî jî peymana piştî Kyotoyê bêtê gengeşîkirin, ev pirsê han wê li Stenbolê jî babetên balkêş yê gengeşiyan be.

Bêgûman, gelek welatên paşdamayî û bipêşvediçin, her çiqas ew bixwe ne sedem bin jî, ketine bin bandora aloziya fînansê. Ev welatên han ji ber veguhestina drafê ji alî Başûr ber bi Bakûrê, şandina pereyên karkerên koçber û paşveketina tîcaret û ramadaniyê, bi awayekî nedîtî di bin bandorê de ne. Yekîtiya Netewan ji ber vê yekê ye ku di sala 2009’an de, piştî salan carekî din bal dikşîne û hişyar dike ku –bi taybetî li welatên Nîvqada Başûr– wê heyiyên serneferî ya netewî dakeve ber bi jêr. Bi gorî texmînên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO), tenê ev sal nêzî 50 mîlyon kes karê xwe wendakirin. Aloziya ku sedema wî Bakûr e, li Başûr bi awayekî zexim li yên herî xizanan, bi taybetî jî li jinan da. Bernama YN ku wê hetanî sala 2015’an xizaniya li dinyayê bi nivî bikira, diyar e wê bi paşve bêxistin.

Rêvebiriya alozî hate sererastkirin?

Li vî ecêbê binêrin ku bi taybetî IMF, di vê aloziyê de bi awayekî nedîtî derdikeve pêş û qîmeta wî zêde dibe. Ev saziya, ji xwe demekî dirêj bû ku li Nîvqada Bakûr wekî saziyekî çareseriya aloziyê nedihat dîtin. Ew pergalên ku di damezrandina IMF’ê de hatibûn pejirandin, ango bicîhanîna venêrîna sîstema bazara navneteweyî, aloziyên drafa biyanî û pêşîlêgirtina newekheviyên aborî, ji alî welatên pêşketî ve hate astengkirin û şîret û hişyarkirina wî piranî nehatin ecibandin.

IMF, di salên 1980 û 1990’an de, ango di dema aloziyên deyndariyê de, bi bestekên krediyên ku milyaran dihat vegotin, bû saziya xelaskerê welatên paşdamayî û bipêşvediçin û her weha bû pisporekî zexim ku aboriya van welatana jî girt bin zeptûreptê. Lê demekî şûnde krediyên IMF’ê ji ber bandora giran ya li ser aboriya welatên Başûr, balkêşiya xwe ya ewil windakir. Ji bilî welatên Rojhilata Ewropayê, welatên paşdemayî û yên bipêşvediçin piştî tesîra ezmonên giran yên bi IMF’ê re jiyan, xwestin xwe ji aloziyên bazarê ku sedema wî ne ew in biparêzin; ji ber vê yekê jî deynên xwe yên mezin berî dema xwe helandin; ji vê jî pêşdatir bi riya venêrina geryana drafê, parastina sîstema bankayan fêrbûn. Ji 113 welatên ku bipêşvediçin 42 welat, di salên çûyî de hecma drafê xwe zêdetir kirin.

Lê mirov dikare bêje ku IMF bi heyiyên nû ku dighîje 850 mîlyar dolarê, ji berê baştir e? Divê em berî her tiştî vê bêjin ku rêvebiriya IMF’ê di rapora xwe ya 2009’an de, her çiqas ciyê şaşbûnê be jî sedemên aloziya bazarê bi awayekî sererast analîz kiriye. Di raporê de tê gotin ku venêrîn û kontrolkirina bazarên fînansê çênebûne, di mekanîzmayên kontrolkirinê de kêmasî hene, rasteqîniyekî naxuye, venêrîna bazarê karê xwe bi rêk û pêkî bi cîh neaniye. Her weha di raporê de siyasetmedar jî tên rexnekirin û tê gotin ku ew newekheviya aboriya gilover negirtine berçav û bankayên navendî jî tenê ji bo daxistina enflasyonê hewl dane. IMF di vî warî de sererastkirinên zêdetir, venêrînên rêk û pêk ya bazarên fînansan, mekanîzmayên dehî baş yên fînansê û hevkariyekî navnetewî ya pêşketî daxwaz dike.

Nakokiya şertên krediyê

Di vî warî de divê polîtîkayên krediyê ya IMF’ê bête lêpirsîn; ji ber ku şertên krediyê ya makroaboriyê ku IMF pêşniyar dike, hê jî bi nakokiyan tijî ye. Welatên ku deyn digrin herçiqas di rewşekî nebaş de bin jî, IMF ji wan daxwaza pêşîlêgirtina kêmasiyên butçeyê dike û dibêje faîzên krediya zêde bikin. Tiştên ku IMF li welatên ku bêdeyn tuşî aloziya aborî hatine pêşniyar dike, ne mumkun e ku li aboriyên mezin yên Ewropa û DYA’yê (Dewleta Yekbûyî ya Amerîka) re pêşniyar bike. Ji ber ku van welatana ziddî tiştên IMF dibêje dikin, bi daxistina faîzan pere berhev dikin û bi tevgerên “bail-out” dewletê deyindar dikin.

Tiştên hanê ji bo polîtîkayên tîcaretê jî derbasdar e: DYA û Ewropa, aboriyên xwe doh jî, îro jî bi parastvaniyê diparêzin. Her weha vê yeka, tenê ji bo beşên werzeyî, ango çandiniyê jî derbasdar nîne. IMF hê jî li hember krediyan daxwaza vekirina sînoran dike. Lê tam di vî warî de polîtîkayên ku bi tîcareta azad tê binavkirin, dibe sedema qedandina heyiyên xwezayî û ev welat mecbûr dimînin ku carekî din ji derve xwardemenî bigrin. Axir ji bo ji derve tişt bên stendin pereyê biyanî divê, her weha divê deynên derve jî bêne dayîn. Ev bandora divê bişkê; ji ber ku aloziya suruştê ya li Nîvqada Başûr, wê aloziya xizaniyê dehî jî zêdetir bike.

Ji alî din dibe ku krediyên nû yên IMF û Bankaya Dinyayê, welatên paşdemayî û yên bipêşvediçin zêdetir bike bin deynan; belê xeterekî weha heye. Heke dewlet carekî din deyindar bibin, tekoşîna li hember xizaniyê û xebatên parastina dorhêlê, wekî do îro jî bikeve bin astengiyekî. Deyindariya giran ya dewletê, wê heyiyên dewletê yên ji bac û firotina ji derve tên kêm bike û wê dewlet jî bandora xwe ya li ser pêwîstiyên civakî zêde bike. Lê eşkere ye ku pêwîstiya drafê ya welatên xizan ku bêdeyn tûşî aloziya gilover re rûberû bûne, hene. Divê ji bo alozî ji holê rabe deynê welatên han -ji xwe berê ve jî tê zanîn ku deynên wan deynekî mutevazî bû- bê qêdandin. Ev jî bi krediyekî nû nabe, divê ev pere wekî alîkarî bê dayîn.

Hacetbûnên ku sedema wî Nîvqada Bakûr e

Ji alîkî ve rexneyên li rapor û analîzên IMF’ê, ji alî din jî polîtîkayên kredîdayînê... Di vî warî de IMF, berjewendiya şîrîkên xwe yê Nîvqada Bakûr diparêze. Li derhaq neheqiyên ku welatên pêşketî li welatên paşdemayî û bipêşvediçin dikin, kevnerêvebirê beşa aborî ya Bankaya Dinyayê ku niha serşêwirmendê Qesra Sipî ye, ango Larry Sumers, bi awayekî zelal wiha dibêje: “Temirandina şewatekî, ji şewata mala me bi xwe tiştekî gelek cûda ye.” Hin şertên kredîdayîna IMF’ê hate gûhertin. Lê em hê jî nikarin bêjin ku ev krediyên han ji bo tekoşîna li hember xizaniyê, an jî ji bo parastina heyiyên xwezayî û suruştê bê bikaranîn. Hê jî ne mumkun e ku em behsa reformekî weha bikin.

Mafê raydayînê hinek bigûhere jî, ev di rewşê de gûherînên mezin pêkneyne. Lê hêza welatên bipêşvediçin di nav G20 de ji berê zêdetir bû, ev serfiraziya ewil e. Ev welatên han piştî biryarên Pittsburgê, li IMF sedî 5 mafê raydayînê girtin. Bi taybetî Ewropa, divê hinekî hêza li destê xwe bi vana re parve bike. Ew welatên ku ji alî aborî ve xwedî peyv nîn in, di dezgeyên biryarî ya IMF’ê de wekî do îro jî di kêmasiyê de nemana, wê gavê ev pêşveçûyîna mirov dikare bû wekî destkeftiyekî binirxîne.

Pêşveçûyîna IMF’ê yê nû jî ev e ku rêvebirî ji berê zêdetir bi civaka sîvîl ve danûstendinê dike. Divê ev zêdetir çêbibe û pêywendiya bi saziyên sîvîl ve bi awayekî dezgeyî ji nû ve bê sazkirin.

Encam: Ji nû ve hewcedarî bi IMF’ê heye

Ji bo ji derketina ji aloziyan, çareserkirina kêmderketina butçeyan û aloziya drafên naqît de, wekî fînansorekî pêwîstî bi IMF’ê heye. Lê wekî saziyekî ku ji bo kurtedemî an jî demdirêjî deyn dide welatên paşdemayî û yên bipêşvediçin, hê jî nêrînekî şikdar li hember IMF’ê heye. Ev şikdarî di damezrandinê de tune bû. Lê welatên pêşketî vê rolê han bi dilxwazî dan IMF’ê; ji ber ku van welatên han hê jî aboriya welatên Nîvqada Başûr bi rêve dibin.