Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin

For free

Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di Adara 2006an de bi navê “Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin” pirtûkek weşand. Hun dikarin vê pirtûkê ji malpera me sîparîş bikin.

Ji ber ku sala din salvegera 90. ya “Pirsgirêka Ermenan” bû di raya giştî ya Tirk, Ermen û navneteweyî de ev mijar pir hat niqaş kirin. Di vê pirtûka bi Almanî û Tirkî hatiye weşandin de nivîsên nivîskarên navdar yên ji Tirkiye û Ermenîstanê hene. Komeleya me bi vê pirtûkê armanc dike ku li Tirkiyeyê qadeke nuh veke. Li Tirkiyeyê, pêdekirina nivîsên Ermenekî ji Ermenîstanê ne ewqas hêsan e.

Di nivîsên Hrant Dink, Stefan Hibbeler, Alexander Iskandaryan û Ferhat Kentel yên di vê pirtûkê de em li bersîvên pirsên li jêr digerin:

- “Pirsgirêka Ermen” li Ermenîstanê, di nav civakên koçber û grûbên Ermen yên li Tirkiyeyê de bi çi awayî tê niqaş kirin?
- Bûyerên dîrokî bi çi awayî di nav têkiliyên dîplomatîk û fermî de cî distînin?
- Ji bo ku ev statuko bê guhertin, helwest û pêşniyarên rewşenbîr û derdorên fermî çi ne
- Ji bo guhertina statukoyê rûbirû bûyina bi dîrokê wê çiqas karibe bibe alîkar; rûbirû bûyina bi dîrokê re wê têra çaresriyê bike? Dîtin û dîmenên di derheq “pirsgirêka Ermen” de çi ne?

Bi vê pirtûkê, em ne tenê nirxandina stereotîp û dîtinên şaş armanc dikin, li hêla din em hêvî dikin ku ji bo beşên dîrokê yên pir tarî jî bi awayekî ev gel karibin li hev bikin: Osman Koker û Talîp Atalay di nivîsên xwe de ji bo xelasiya ji stereotîpan mînakan nîşan didin. 

Product details
Date of Publication
Adar 2006
Publisher
HBSD
Number of Pages
116
Licence
Language of publication
Tirkî
ISBN / DOI
975-00954-0-5