Her tiştê ku di derbarê vê mijarê de ye »

Waşanên Me

DİSA Pirtûka "Kula Ziman" Hat Weşandin Kula Ziman: Kêşeya Bikarneanîna Zimanê Zikmakî di Perwerdeyê de û Serhatiyên Xwendekarên Kurd li Tirkiyeyê

Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.  “Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de - têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de.

Li Tirkiyeyê Kurd

Di pêvajoya aşitiyê de hewcedariyên sereke.Di vê pirtûkê de, axaftin û niqaşên di konferansa li Diyarbekirê ya di sala 2007an de, bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd: Ji bo Aşitiyê Hewcedariyên Sereke” hatine weşandin

Rewşa Kurdan

Em hewl didin ku pirsgirêka Kurd, di çarçoveyeke berfireh û pirdeng de bi her awayî bê niqaş û gotûbêj kirin. Em hewl didin ku piştgirîya pêvajoya aştîyê bikin û di serî de cinsîyeta civakî û gelek mijar û helwestên din jî tev lê bikin û pêvajoyê pêş xînin. Em ji bo edalet û aştîya civakî, pirsgirêka Kurd û perspektîfên çareserîyê, çareserîyên şer û pevçûnê, mijarên guftûgoyê (muzakere) hewl didin, kar û xebatan dikin, piştgirîya kar û xebatên di derheqê van mijaran de dikin.

Çalakî

Di vê serdemê de tu çalakiyek tune ye.