Bûrs

Bernameya Bûrsê ya Komeleya Heînrîch Boll Stîftung

Em wekî Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê (KHBS) ji Adara 2008an heta niha ji bo alternatîfên pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir xûrt bibe, bernameyekî bûrsê bi rêve dibin. Ji wan xwendekarên ku dixwazin beşdarî bernameya me ya bûrsê bibin daxwaza me ya serekî ew e ku têzên xwe yên ku di der haq pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir de amade dikin divê ji nirxên esasî ya bernameya bûrsê ya KHBSê dûr nebe û bi nêrînekî sosyo-polîtîk ku bingeha xwe ji zanistî digre, alîkariya bernameyê bike.
Tarîxa ku ji bo dewreyekî pişt re hatiye diyarkirin, 26 Hezîran 2015!
Yên serîlêder;
Divê hemwelatiyên Komara Tirkiyê bin,
Her weha qeyda wan di bernameyekî lîsansa bilind ya zanîngehekî Tirkiyê de hebe û her weha ev zanîngeh jî divê ji alî Konseya Xwendina Balayî (YOK) jî bête naskirin,
Lêkolîn û babeta têzên wan divê bi giranî li der haq pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir de bibe.
Sêrîlêder dikarin bi riya posteyê, kargoyê an jî bi riya e-posteyê serîlêbidin.
Encamên li der haq serîlêdanê wê herî dereng heta 31ê Tebax 2015 an ji maîlê serîlêdan re bi riya e-posteyê were şandin.

Serîlêdan

Hûrgiliyên Ji Bo Serîlêdana Bûrsê

Hûn dikarin ji vê derê bighîjin agahiyên serîlêdana bûrsê ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung li der haq têzên li ser Pêşxistina Gundewarî û Enerjiya Tê Nuh Kirin / Enerjiya Berdartir de, dide xwendekarên lîsansa bilind. Ji bo belgeyên serîlêdanê, tarîx, nirxandin û krîterên din, bitikînin.

Di Der Haq Bernameya Bûrsê ya KHBSê

Hûrgiliyên bernameyê

Hûn dikarin ji vê derê bighîjin agahiyên pêwîst ya bernameya Komeleya Heînrîc Boll Stîftungê. Em kî ne, ji bûrsiyeran çi dixwazin, amanc û mebesta me çi ne, hemû agahî li vê derê ne…

Bûrs

Niwêneriya Tirkiye ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung (HBSD), ji Adara 2008an vir ve, ji bo alternatîfên pêşxistina gundewarî û enerjiya berdartir û tê nuh kirin programek bûrsê dimeşîne.

Dema dawîn ya serlêdana Bernameya Bûrsê ya Komela Heinrich Böll Stiftung; 14.12.2013