Her tiştê ku di derbarê vê mijarê de ye »

Waşanên Me

Leşker-Siyaset

Di vê pirtukê de pêşkeşî û gengeşiyên ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung di 20-21ê Çiriya Paşînê 2009an de li Stenbolê bi navê “Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl” çêkiribû cîh digrin. Hûn pirtûkê dikarin ji rupela me ya webê bidestxin. Her weha hûn dikarin şiklê PDFê jî ji vê de rê daxînin.

Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod

Ev nivîs ji civîna ku Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 5 û 6ê Nîsana 2008an de li Stenbolê bi navê “Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod” û ji civîna di 17-18yê meha yanzdem ya 2007an de li Mêrdînê bi navê “di fotograf de jin jî heye!” hatiye berhev kirin

Alîkarîya demokrasîye

Komela Heinrich Böll Stiftung, mijarên (rûbirûbûna bi dîrokê re, neteweperestî, cudahîperestî û hwd) ku ji bo çanda demokratîk pir girîng in, tîne rojevê. Hewl dide ku astengên sereke yên li ber pêvajoya demokratîkbûnê ji holê rabin; demokrasîyeke laîk, ne mîlîtarîst, ne nijadperest û wekhevîya cinsî diparêze saz bibe, ji bo demokrasîyeke wisa piştgirîya hemû kar û xebatan dike. Bi van armancan kar û xebatan dike, tev lê dibe, alîkarî û piştgirîyê dike. Li hêla din, hewl dide ku pirs û pirsgirêkên ciwanan bên niqaş û gotûbêj kirin, mijarên ciwanan yên ku tên paşçav kirin bên nirxandin, ciwan hîn pirtir tev li sîyasetê bibin. Ji bo van armancan kar û baran dike, alîkarîya xebatên di vê mijarê de dike ku ciwan hîn zêdetir tev li jîyana civakî û sîyasî bibin.

Çalakî

Di vê serdemê de tu çalakiyek tune ye.