Di sala wê ya 3’yemîn de Peymana Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê: Analîzeke Hiqûqî

mülteci kampı

Di zîrweya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyeyê de ya ku di 29’ê Mijdara 2015’an de pêk hatibû, ji bo piştgirîkirina penaberên ji Sûriyeyê reviyane û hatine Tirkiyeyê û alîkariya ji bo Tirkiyeyê û ji bo bergirîkirina koçberiya ber bi Yekîtiya Ewropayê ve di 15’ê Cotmeha 2015’an de biryara cîbicîkirina Plansaziya Hevpar hatibû girtin.(1) Sedema girtina biryara planeke bi vî rengî, bêguman “havîna koçberiyê ya dirêj” e ku di sala 2015’an de ji aliyê welatên Ewropî ve wek “qeyrana koçberiyê” hatibû binavkirin. (2) Axirî Komîsyona Ewropayê, derbarê cîbicîkirina vê plansaziyê de di 10’ê Sibata 2016’an de raportek belav kir û tê de aşkera kiriye ku ji serê sala 2015’an de bi tevahî 880,000 kes ji Tirkiyeyê derketine û xwe gihandina Yewnanîstanê û ji ber ku ev hejmar gelek ‘zêde’ bû, Komîsyona Ewropayê, bi sazî û dezgehên Tirk re hevkarî kiribûn da ku ev zêdehî bêne kêmkirin. (3)

Wek berdewama paşxaneya vê planê, di serî de di navbera Tirkiye û YE’yê de di 1’ê Cotmeha 2014’an de dîroka meriyeta peymana bi navê “Peymana Veqebûlkirinê” (readmission agreement) ya “welatiyên welatê sêyemîn”, ya ku di peymanê de wek 1’ê Cotmeha 2017’an hatibû qebûlkirin wek 1’ê Hezîrana 2016’an hate guhertin. Lê, wextê ku proseya yasayî ya pêş ve kişandina vê dîrokê berdewam dikir, vê carê jî Zîrweya Yekîtiya Ewropayê di 18’ê Adara 2016’an de ragihand ku wan bi Tirkiyeyê re derbarê bidawîkirina koçberiya bênîzam ya ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve rêkeftinek ava kirine. (4) Di wê rêkeftinê de di mijara koçberiyê de çend xal derketin pêş. Li gorî wê rêkeftinê ji 20’ê Adara 2016’an vir ve her Sûriyeyekî/ê ku bi awayekî qaçax ji Tirkiyeyê çûye giraveke Yewnanan dê bo Tirkiyeyê bê vegerandin. Bi vî awayî li beramberî her Sûriyeyekî/ê ku bo Tirkiyeyê hatiye vegerandin, dê li şûna wan li gorî krîterên hesasiyetê yên Neteweyên Yekgirtî kesekî/e Sûriyeyî din dê bê diyarkirin û wisa ew ê li Yekîtiya Ewropayê bê bicihkirin (formula 1 û 1). Rotayên koçberiya bênîzam ya ji Tirkiyeyê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve dê bên astengkirin. Wextê ku koçberiya bênîzam ya ji Tirkiyeyê ber bi Yekîtiya Ewropayê bi dawî bû an ku bi awayekî cidî hate kêmkirin, li gorî esasa dilxwazî ya dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Plansaziya Qebûlkirina Mirovî ya Dilxwazî dê têkeve meriyetê. Di dawiya Hezîrana 2016’an de, bi şertê qebûlkirina hemû pîvangan, dê bi lehê Tirkiyeyê, hêsaniya vîzeyê û xisûsiyetên mûafiyeta vîzeyê bê nirxandin. Di rêkeftinê de her wekî din, bi rêya Bernameya Alîkariya Aborî ya Penaberên li Tirkiyeyê, 3 milyar euro dê ji bo piştgiriya hin projeyan bê bikaranîn û 3 milyar euroyê îlawe jî her wekî din di çarçoveya heman bernameyê de dê bê terxankirin.

Birêvebirina mijara veqebûlkirinê ya rêkeftinê bi awayekî yasayî di sala 2002’an de di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de hatibû qebûlkirin û protokoleke wisa bû ku rê li ber veqebûlkirina penaberan vedikir. (5) Maweya yasayî ya tetbîqkirina peymanê ya di navbera welatên sêyemîn ya Peymana Veqebûlkirinê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de di sala 2014’an de hatibû îmzekirin û paşê bo sala 2016’an hatibû vekişandin û ew hîn jî nehatiye temamkirin. Vê yekê bandor li ser tekane bingeha yasayî ya protokola di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de û karîgerkirina veqebûlkirinê ya rêkeftinê kir. Her çend Peymana Veqebûlkirinê ji bo welatiyên welatên sêyemîn, di çarçoveya hikmê peymanê de dê piştî 1’ê Cotmeha 2017’an de bihatiba sepandin jî, di Raporta Tirkiyeyê ya 2018’an ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de Yêkîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna mûafiyeta vîzeyê gavên pêwist neavêt û ev yek jî wek bingeha hate nişandan û hate destnîşankirin ku ev Peyman ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye tetbîqkirin. (6) Derbarê tetbîqkirina peymanê de ji aliyê dezgehên fermî yên Tirkiyeyê ve bi qasî ku tê zanîn, heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Li gel vê yekê, di heman raportê de tê destnîşankirin ku tetbîqkirina rêkeftina di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatiye texilkirin. (7) Axirî, ji aliyê Wezîrê Karûbarên Derveyî Mevlut Çavuşoglu ve hat aşkerakirin ku ev protokola ku ji bo tetbîqkirina rêkeftinê ya Peymana Veqebûlkirinê bûbû amûra yasayî, hatiye sekinandin. (8) Di 22’ê Tîrmeha 2019’an de jî Çavuşoglu, aşkera kir û got ji ber ku Yekîtiya Ewropayê proseya muafîyeta vîzeyê ya ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê temam nekiriye û lewma jî ev peymana veqebûlkirinê hatiye sekinandin. (9) Ji daxuyaniya Çavuşoglu ne zelal e ku mirov bizanibe ka Peymana Veqebûlkirinê ya 2014’an yan ya 2016’an hatiye sekinandin, lê bi vê daxuyaniyê aşkera ye ku Tirkiye di warê veqebûlkirina hemwelatiyên welatên sêyemîn yên ji welatên Ewropayê tên Tirkiyeyê û tanzîmkirina vê xalê de xwe wek dilsoz nabîne û li ser vê meseleyê îradeya xwe destnîşan dike. Her wekî din wextê ku Çavuşoglu cara yekem aşkera kir ku ew Peymana Veqebûlkirinê ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de hatiye sekinandin, piştî wê jî dîsa veqebûlkirin hatiye berwedamkirin. Ev yek geh ji Raporta Tirkiyeyê ya 2018’an ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê geh ji daneyên “îstatîstîkên koçberiyê” ya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê geh jî ji xebatên qadê (10) aşkera ye. (11) Ligel vê yekê hem kesên ku ji bo Tirkiyeyê hatine vegerandin, hem jî di çarçoveya formula 1 û 1’ê de di hejmara penaberên ku ji Tirkiyeyê bo Ewropayê hatine şandin de hîn zelaliyek nîn e. Li gorî Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê di 25’ê Tîrmeha 2019’an de 22 hezar 729 Sûriyeyî di çarçoveya formula 1 û 1’ê de çûne welatên curbicur yên Ewropayê. (12) Her wekî din li Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî, li gorî çavkaniyên Yewnanîstanê daxuyaniyek li ser vê mijarê da û aşkera kir ku ji 31’ê Adara 2019’an heta niha bi tevahî hejmara penaberên bo Tirkiyeyê hatine şandin 1843 kes in. Di nav vê hejmarê de 341 Sûriyeyî hene. Li gorî Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî ji % 45’ê wan daxwaza parastinê nekirine an daxwaza xwe ya penaberiyê ya ji Yewnanîstanê betal kirine. (13) Di nav 1891 kesan de bi tenê 357 kesên Sûriyeyî hene û heta niha ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê ve derbarê hejmara wan kesan de çend kesan daxwaza parastinê ya navneteweyî kiriye an ku xwe qeydî sîstema parastinê ya demborî kiriye, tu zanyarî nîn e. (14) Deportation Monitoring Aegean jî di vê meseleyê de daxuyanî da û got, di dîroka 11’ê Tîrmeha 2019’an de, hîn jî karê vederkirinê berdewam dike û ev yek jî nîşan dide ku karê vederkirinê hatiye sekinandin. (15)

Di ser pejirandina rêkeftinê de 3 sal bihurîn lê gengeşe herî zêde di van mijaran de derketin pêş; cîbicîkirina rêkeftinê dê herî zêde rê li ber daxwaza parastinê ya penaberan bike û dê bibe sedema vegerandina wan kesan û bi taybet jî dê Peymana Cinêwê ya Derbarê Statûya Penaberan ya sala 1951’an de Tirkiyeyê qebûl kiribû û tê de mehdûdkirina cografî ya ku di çarçoveya hiqûqa Yekîtiya Neteweyî de welatekî bi ewle nîn e. (16) Ji ber ku ev xisûsiyet tên maneyê îxlalkirina hiqûqa mafên mirovan ya Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa mafên mirovan ya navneteweyî, lewma jî derbasdariya hiqûqî ya rêkeftinê jî bûye mijara gengeşe û pirsyariyan. (17) Lêbelê, ew peyman wek şekil şert û mercên peymaneke navneteweyî di xwe de nedihewand, lê naveroka wê berevajî vê yekê ev taybetmendî di nav xwe de dihewand û ew yek jî derbarê karîgerbûna peymanê de dibû sedema gumanbariyan. Li aliyê din, wesfa peymanê, tenê ne di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, her wekî din di çarçoveya hiqûqa Yekîtiya Ewropayê de jî bibû mijareke bi gengeşe. (18) Peyman wextê ku di rûpela Zîrweya Yekîtiya Ewropayê de, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin, ev yek wek bersiva Yekîtiya Ewropayê li dijî vê bizava penaberiyê ya berbelav hate pêşkêşkirin û her çend di metna peymanê de jî ev taybetmendî bi awayekî zelal bê fehmkirin jî, wê yekê biryara Dadgeha Giştî ya serê sala 2017’an ya têkildarî doza ‘NF, NG ve NM v European Council’ rewşeke dîtir derxiste meydanê. (19)

Du jê Pakistanî, yek afgan, bi tevahî 3 penaberên ku ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûne, di çarçoveya peymanê de ku heger bo Tirkiyeyê bihatana şandin dê rîska qedexeya vegerandinê derketiba meydanê. Vê dozê xwe disparte angaşteke bi vî rengî. Li gorî îdiaya penaberan, ev peyman xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ye û Zîrweya Yekîtiya Ewropayê ev peyman bi ser navê Yekîtiya Ewropayê girê daye û lewma divê meriyeta wê jî ji aliyê Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ve bê nirxandin.  Lê, Dadgeha Giştî got ku peyman tenê deklarasyoneke siyasî ye û ew peyman nikare wek sexbêriya saziyeke Yekîtiya Ewropayê bê terîfkirin, lewre ev peyman ne ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, di navbera serokên dewletên endama Yekîtiya Ewropayê û berpirsên Tirkiyeyê de hatiye avakirin, lewma jî biryar da ku ew xwe xwedî raye nabînin ku îdiayên penaberan bi awayekî esas vekolin. Ev biryar li ber Dîwanê bû mijara serlêdana temyîzê. Di 12’ê Îlona 2018’an de  Dîwanê biryar û hikm da ku serlêdana temyîzê li gorî çarçoveya hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ne zelal û diyar e û lewma jî “biryara nikare bê qebûlkirin” ragihand. (20)

Wisa xuya ye ku ji 18’ê Adara 2016’an heta niha, di sê salên borî de, tiştê ku derkete meydanê nezelalbûna çarçoveya hiqûqî bû.  Lêbelê hiqûqa mafên mirovan ya ku rasterast bi damezirandina veqebûlkirinê re têkildar e ya bingeha wê Peymanê, xwe dispêre rêgeza “diyarkirî”. Li aliyê din, Yekîtiya Ewropayê ya ku di sala 2015’an de tevgereke koçberiyê ya teqabulî 880, 000 kesan dike, ev prose wek “qeyran” bi nav kir û ji bo çareserkirina wê jî bi Tirkiyeyê re rêkeftina veqebûlkirinê ava kir, di warê berpirsyariya yasayî de got “min nekiriye” (21) û careke din binê vê rewşa nediyar xêz kir. Di dawiya sê salan de, yên ku herî zêde ji vê rewşê zerar û ziyan dîtin, penaber bi xwe bûn. Di 14’ê Adara 2019’an de, 25 rêxistinên sivîl, daxuyaniyek dan çapemeniyê û bangî serokên Ewropayê kirin û gotin di encama vê rêkeftinê de 20,000 kes li giravên Yewnanîstanê di nav şert û mercên bêwle û bêhîjyen û dermirovî de tengav bûne. Di encama rêkeftinê de her çend hejmara serlêdanên bo welatên Ewropayê bi awayekî cidî kêm bin jî, hemû barê giran li ser milê pergala penaberiyê ya Yewnanîstan û Tirkiyeyê maye. Li girava Midîliyê di sê salên dawî de hejmara serlêdanên penaberiyê bi qasî sê qatan zêdetir bû. (22) Rêxistinên mafên penaberan yên navneteweyî, di encama vê rekeftinê de bal kişandin ser rewşa veqebûlkirinê ya xerab û şert û mercên vehewandinê yên  xerab û îdia kirin ku vê rewşê bandoreke nebaş li vegerînên minêkar kiriye. (23)

Çavkanî

1. European Commission, European Commission Factsheet, EU-Turkey Joint Action Plan, http://europa.eu/rapid/press-release_MEMO-15-5860_en.htm (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

2. Bordermonitoring.eu, https://bordermonitoring.eu/ungarn/2015/09/of-hope-en/  (Tarîxa gihandinê: 18‘ê Adara 2019‘an).

3. European Commission, Managing the Refugee Crisis EU-Turkey Joint Action Plan Implementation Report, https://ec.europa.eu/home-affairs/sites/homeaffairs/files/what-we-do/policies/european-agenda-migration/background-information/docs/managing_the_refugee_crisis_-_eu-turkey_join_action_plan_implementation_report_20160210_en.pdf  (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

4. European Council, EU-Turkey statement, 18 March 2016 (Press Release), https://www.consilium.europa.eu/en/press/press-releases/2016/03/18/eu-turkey-statement/  (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an)

5. European Commission, EU-Turkey Statement Questions and Answers, http://europa.eu/rapid/press-release_MEMO-16-963_en.htm (Tarîxa gihandinê: 18’ê Adara 2019’an)

6. European Commission, Turkey 2018 Report, https://ec.europa.eu/neighbourhood-enlargement/sites/near/files/20180417-turkey-report.pdf , s. 46. (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

7. Ibid.

8. TRT World, ‘Turkey suspends readmission deal with Greece-Cavusoglu’, https://www.trtworld.com/turkey/turkey-suspends-readmission-deal-with-greece-cavusoglu-18063 (Tarîxa gihandinê: 18’ê Adara 2019’an)

9. Euroctive, ‘Turkey suspends deal with the EU on migrant readmission’, https://www.euractiv.com/section/global-europe/news/turkey-suspends-deal-with-the-eu-on-migrant-readmission/; Daily Sabah, ‘Readmission agreement with EU no longer functional, Ankara says’, https://www.dailysabah.com/eu-affairs/2019/07/23/readmission-agreement-with-eu-no-longer-functional-ankara-says; Deutsche Welle, ‘Çavuşoğlu: Geri Kabul Antlaşmasını Askıya Aldık’, https://www.dw.com/tr/çavuşoğlu-geri-kabul-anlaşmasını-askıya-aldık/a-49699277 (Tarîxa gihandinê: 2’yê Tebaxa 2019’an).

10. Deportation Monitoring Aegean, https://dm-aegean.bordermonitoring.eu/2019/03/09/7-march-lesvos-turkey/  (Tarîxa gihandinê: 18’ê Adara 2019’an).

11. European Commission, Turkey 2018 Report, https://ec.europa.eu/neighbourhood-enlargement/sites/near/files/20180417-turkey-report.pdf , s. 46; Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçneriyê, Îstatîstîkên Penaberiyê (Veqebûlkirin): http://www.goc.gov.tr/icerik6/geri-alim_363_378_10093_icerik  (Tarîxa gihandinê: 18’ê Adara 2019’an).

12. Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê, https://www.goc.gov.tr/gecici-koruma5638 (Tarîxa gihandinê: 2’yê Tebaxa 2019’an).

13. UNHCR, https://data2.unhcr.org/en/documents/download/68670 (Tarîxa gihandinê: 2’yê Tebaxa 2019‘an).

14. Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê, https://www.goc.gov.tr/geri-alim (Tarîxa gihandinê: 2‘yê Tebaxa 2019‘an).

15. Deportation Monitoring Aegean, https://dm-aegean.bordermonitoring.eu/2019/07/26/suspension-of-eu-turkey-deal-and-mass deportations-from-turkey/ (Tarîxa gihandinê: 2‘yê Tebaxa 2019‘an).

16. Steve Peers, The Final EU/Turkey Refugee Deal: A Legal Assessment, http://eulawanalysis.blogspot.com/2016/03/the-final-euturkey-refugee-deal-legal.html;  ECRE, Debunking the Safe Third Country Myth, https://www.ecre.org/wp-content/uploads/2017/11/Policy-Note-08.pdf  (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an)

17. Bo nimûne, bnr., Narin Idriz, The EU-Turkey Statement or the ‘Refugee Deal’: The Extra-Legal Deal of Extraordinary Times? in: Dina Siegel and Veronika Nagy (eds.), The Migration Crisis?: Criminalization, Security and Survival (Eleven Publishing); T.M.C. Asser Institute for International & European Law, Research Paper 2017-06; Steve Peers, ‘The draft EU/Turkey deal on migration and refugees: is it legal?’, http://eulawanalysis.blogspot.com/2016/03/the-draft-euturkey-deal-on-migration.html; Maarten den Heijer/Thomas Spijkerboer, Is the EU-Turkey refugee and migration deal a treaty?, http://eulawanalysis.blogspot.com/2016/04/is-eu-turkey-refugee-and-migr… (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

18. Di vê meseleyê de bnr., Narin Idriz, The EU-Turkey deal in front of the Court of Justice of the EU: An unsolicited Amicus Brief, 2017, https://papers.ssrn.com/sol3/papers.cfm?abstract_id=3080838 ; Sergio Carrera, Leonhard den Hertog ve Marco Stephan, ‘It wasnt me!’ The Luxembourg Court Orders on EU-Turkey Refugee Deal’, https://www.ceps.eu/system/files/EU-Turkey%20Deal.pdf  (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an); Julie De Vrieze, The Legal Nature of the EU-Turkey Statement, https://lib.ugent.be/fulltxt/RUG01/002/479/424/RUG01-002479424_2018_0001_AC.pdf (Tarîxa gihandinê: 2’yê Tebaxa 2019’an).

19. Cases T-192/16, NF v. European Council, Order of the General Court of 28 February 2017, ECLI:EU:T:2017:128; T-193/16, NG v. European Council, ECLI:EU:T:2017:129; ve T-257/16, NM v. European Council, ECLI:EU:T:2017:130 (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

20. Joint Cases C‑208/17 P to C‑210/17 P, ECLI:EU:C:2018:705, http://curia.europa.eu/juris/document/document.jsf?text=&docid=205744&pageIndex=0&doclang=EN&mode=req&dir=&occ=first&part=1&cid=406469  (Tarîxa gihandinê: 17’ê Adara 2019’an).

21. Sergio Carrera, Leonhard den Hertog ve Marco Stephan, ‘It wasnt me!’ The Luxembourg Court Orders on EU-Turkey Refugee Deal’, https://www.ceps.eu/system/files/EU-Turkey%20Deal.pdf (Tarîxa gihandinê: 16’ê Adara 2019’an).

22. Reliefweb, https://reliefweb.int/report/greece/eu-turkey-deal-leading-short-sighted-and-dangerous-migration-policies-three-years  (Tarîxa gihandinê: 18‘ê Adara 2019‘an)

23. Ecre, https://www.ecre.org/eu-turkey-deal-reception-conditions-trigger-voluntary-returns/ (Tarîxa gihandinê: 18‘ê Adara 2019‘an)