70’yemîn Sala Mafên Mirovan. Nikare Bê Dabeşkirin. Nikare Bê Dewrkirin. Gerdûnî.

70’yemîn Sala Mafên Mirovan. Nikare Bê Dabeşkirin. Nikare Bê Dewrkirin. Gerdûnî.

Destpêk

Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan (BGMM) 70 sal berê hate qebûlkirin. Beyanname, li seranserî cîhanê parastina rûmeta mirovî û yeksaniya mafan ya jin û mêran îlan dike; ev beyana esas a normatîf piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji bo parastina mafên polîtîk, medenî, aborî û kulturî anku mafên mirovî wek destpêkekê hatiye qebûlkirin. Ev yek dikare bibe fersendeke pîrozbahiyê. Lê îro mafên mirovan di bin xetereyeke mezin de ne. 

Heinrich Böll Stiftung, ji bo ku têgehên wek demokrasî, rûmet û azadiyê bike rastiyeke jiyanî, di heman demê de ji bo parastin û pêşvebirina mafên mirovî, li her aliyê cîhanê, bi hevkarên xwe re dixebite. Berdewamkirina ekolojîk, mafên mirovan û demokrasî, bingeha esas ya van çalakiyên me pêk tîne.

“Hemû mirov azad in, wek rûmet û mafan bi awayekî yeksan ji dayik dibin.”

(BGMM Xal 1)

70 sal beriya niha, wextê ku Komcivîna Neteweyên Yekgirtî, Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan (BGMM) qebûl kiribû, peyameke aşkera û xurt dabû. Xala 1’emîn beyana esas ya BGMM’ê, taybetmendiya normatîf ya wê nîşan dide. Beyanname, xwe dispêre maf û rûmeta mirovan ya ku nikare bê dewrkirin. Mafên mirovan, pêş merceke esas e û parastina rûmeta mirovan û jiyaneke azad ya ku bi îradeyeke azad hatiye diyarkirin, ji xwe re dike armanc. Lewre mafên mirovan ji bo hemû mirovan, her wext û li her derê bêşert û merc divê bê pêşkêşkirin. Yanî kî dibe bila bibe, ji ku tê bila bê, li ku dijî bila bijî, çawa xuya dibe bila bibe, bi çi bawer dike bila bike, ji kê hez dike bila bike û çi dike bila bike, hemû mirov yeksan in û ew maf nikarin bên dabeşkirin, dewrkirin û mafên gerdûnî ne. Di ser re 70 sal bihurîn, lê ew îro jî hê utopya ye.

Ji bo her kesî mafên mirovî  - hê jî utopyayek e

Îro, di salvegera 70’yemîn ya BGMM’an de, em dibînin ku mafên mirovî wek utopyayeke humanîteryen ya bi awayekî berfireh tê parvekirin û di halê heyî de ew maf tên biçûkkirin û tinaz lê tên kirin. Prensîba mafên mirovî ya ku wek “nayê dabeşkirin” hatiye diyarkirin ya ku bi nezereke cîhanî ya hevpar hate qebûlkirin û di sala 1993’an de di Konferansa Mafên Mirovan a Cîhanê li Viyanayê hate dubarekirin, îro tê bêqîmetkirin û bêrûmetkirin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha, gelek mirov ji ber zilm û fişarên dewletên xwe, neçar man û reviyan. Ji bilî wê, hejmara aktîvîstên mafên mirovan û rojanemegerên ku tên destgîrkirin, fişar lê tên kirin û tên kuştin her ku diçe zêdetir dibe. Prensîbên esas û sereke yên wek “nikare bê dabeşkirin” û “gerdûnî” yên BGMM’yê îro ji binî ve tên texrîbkirin û dozdeh sal berê ne mimkun bû ku ev yek bê fikrkirin. Di Hezîrana 2018’an de Amerîka ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî veqetî; ev yek nîşan dide ku dewlet serdestiya xwe bi ser her tiştî de dibînin, nirxên gerdûnî bi hin şert û mercan ve girê didin (nijadperest û bi îdiayên völkisch), û ligel parastina kêmaniyan, azadiya baweriyê jî êdî di rabirdûyê de li pey xwe hiştine. Li aliyê din em dibînin ku rejîmên otorîter yên wek Rûsya û Çîn, baweriya xwe ya bi xwe, cardin nû kirine. Rejîmên nû yên otorîter, rastgir, popûlîst û îllîberal yên wek Tirkiye û Mecarîstanê, êrîşî mafên mirovî yên ku bi salan hatine bipêşxistin û bingeha wan ya normatîf dikin. Parzemîna Amerîkaya Latîn jî, bi taybetî piştî ku li Brezîlyayê Bolsonarê hat hilbijartin, di bin bandora paşketin û têkçûneke polîtîk de maye. Bi Bolsonaro re, serokekî ku tundûtûjiyê pîroz dike, çavsivikiyê li jinan dike û bi dîktatorane îşkenceyê diparêze hatiye ser rêveberiyê.

Taybetmendiya hevpar ya van hemû lîderan ew e ku, ew li dijî prensîbên sereke yên hiqûqê, pergala edaletê û çapemeniyê ya serbixwe û civakeke sivîl ya rexneyî ne. Rejîmên otorîter, partiyên siyasî yên popûlîst û demokrasiyên îllîberal, bi nezereke dijminatiyên völkisch-neteweyî û etno-kulturî, îlûzyoneke nasnameya neteweyî ya homojen dermale dikin. Di nav civakê de yên ku bi awayekî civakî, aborî û kulturî hatine vederkirin (anku yên xwe wek vederkirî hîs dikin) ligel rewşeke nediyar an bi hesteke bêbawerî ya rastîn, tûşî tundûtûjiya siyasî, aborî û kulturî ya elîtan tên û komên ku xwe paşdehiştî dibînin, xwe dispêrin vê dijminatiyê. Aktorên popûlîst û rastgir, li dijî elîtan nefretê diafirînin û ev yek hêzeke esas û karîger e û ji aliyê wan ve tê bikaranîn.

Mafên jinan, mafên mirovî ne.

Faktora ku hêzên antî-lîberal dixe nav liv û tevgerê, berevajîkirina deskeftiyên azadîxwaz û kulturî ye: bi ser navê kevneşopiyê, “nirxên hevpar yên völkish” û bi ser navê dîn, dixwazin cardin vegerin “nirxên kevneşopî”yê û ji ber van nirxan, binpêkirina mafên mirovî tê rasyonalîzekirin, mirovên xwedî baweriyên cuda tûşî fişaran tên, jin rastî cudakariyê tên û nasnameyên cinsî yên cuda tên tawanbarkirin. Nêzikî nîvê nifûsa cîhanê, li welatên ku kesên xwedî nasnameyên cuda û meylên cinsî yên cuda tên darizandin, dijîn. Hetta ev kes li welatên wek Îran, Yemen, Morîtanya, Erebîstana Siûdî, Emaret, Sûdanê gefên cezaya kuştinê dixwin. Rêxistinên civaka sivîl yên kevneperest, saziyên dînî û navneteweyî, têkiliya di navbera dîn, kultur û tradîsyonê bi awayekî xasûkî îstismar dikin; ji bo ku ew dijayetiya xwe ya mafên jinan, mafên zayînê û îradeya azad ya meyla cinsî biparêzin, vê têkiliyê wek retorîk bi desthilatdariya dewletê ve gire didin. Peymannameya Rakirina Hemû Cudakariyên Li Dijî Jinan (CEDAW) bi awayekî aşkera mafên jinan wek mafên mirovî qebûl dikin û vê serkeftinê wek serkeftina dîroka mafên mirovî dibîne. Ev peymannameya li dijî cudakariyê ya sala 1979’an, nîşan dide ku pergala mafên mirovî ya piralî, çendîn bi pêş ketiye. Jin, di hiqûqa navneteweyî de ji bo bidestxistina hin tanzîmkirina mafan û pêwistiya parastina xwe têkoşînê dikin û ev yek ji vê jî wêdetir vê têkoşînê nîşan dide. CEDAW, wek xaleke referansê, herçend rejim jê birevin jî, îro li cîhanê berpirsyariya parastinê ya dewletan û reftarên wan, tê bikaranîn. Li qadê gelek partnerên Heinrich Böll Stiftungê hene; Heinrich Böll Stiftung, mafên polîtîk, kulturî û zayînê diparêze, hewl dide ku cudakariya dadwerî û civakî ji holê rake û li seranserî cîhanê piştgiriya saziyên jinan û LGBTÎ’yê ya ku li dijî tawanbariyê têdikoşe, dike. Di demeke nêzik de, yekîtiyeke mezin ya ku partnerên Heinrich Böll Stiftung jî di nav de ye, li Hindistanê bi rêya Dadgeha Qanûna Bingehîn, di yasabûna homoseksûaltiyê de rolek lîstin.

Desthilatî û qezenc, li dijî mafên mirovî ye

Her çi dibe bila bibe, ji bilî desthilatiyê, parastina îmtiyazên polîtîk û aborî, sedema herî girîng ya ku ziyanê dide prensîbên demokrasiyê û mafên mirovî bi xwe ye. Di van salên dawî de, li dijî aktîvîstên ekolojîst û aktîvîstên mafên mirovî, êrîş her ku diçe zêdetir dibin. Daristanên baranê tên tunekirin; ji bo endûstriya cotkariyê û projeyên binesaziyê, civakên herêmî tên dabeşkirin; cilûberg bi erzanî tên îmalkirin. Çepgiriya polîtîk ya nû, rojeva vê pêşketine jî bi pêş ve dibe. Trump, ji Peymannameya Parîsê vedikişe; Bolsonaro hewl dide ku hemû daristanên baranê yên Amazonê bibirre; li Ewropaya Rojhilat, santralên enerjiyê yên bi komirê tên xebitandin ava dibin û ev yek jî bi hinceta ku qaşo mirov li şûna mafên aborî, civakî û kulturî, pêdiviyê bi xweşguzariyê tînin, tên rasyonalîzekirin. Di encama wê de jî, mafên mirovan tên berawirdkirin û ji wê wêdetir tên tesnîfkirin. Mirov dikare bi aşkera bibêje ku, mafên mirovan û rûmeta mirovan tê piştguhkirin; berevajî wê girîngiyê zêdetir didin desthilatiya polîtîk û destkeftiyên aborî. Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, hetta peymannameyên aborî û civakî, mafên mirovan bi hemû aliyên wê û kategoriyên wê ve çiqas binirxînin jî, dîsa jî zehmetiyeke mezin heye, ev zehmetî jî zarûreta mafên mirovî derdixe pêş û ji bilî dewletan, wê ji aliyê aktorên taybet û şirketan ve dide tatbîqkirin û raçavkirin.

Hedefgirtina civaka sivîl ya rexneyî û azadîxwaz

Heta ku aktorên polîtîk û aborî, pêşketina mafên mirovî piştguh bikin, parastina meqbûliya van mafan yên wekî “gerdûnî” û “nikare bê dabeşkirin” tê teswîkirin û her roj daxwazkirina wan mafan, hê jî girîngtir dibe.

Werhasil, li hemû cîhanê bi azweriyeke mezin û bênavber, gelek mirov û sazî hene ku ji bo vê yekê dixebitin û ji bo parastina rûmeta mirovî xîret dikin. Bo nimûne partnerên me. Ku eger ji civaka sivîl, ji bo vê meseleyê zêdetir xîret bê kirin, ev yek dê bi azadiya meseleyeke esas û mafên mirovan, bo nimûne fikr û raman, çapemenî û rêxistin û mafê civînê dê hê sanahtir bibe. Lê ev yek îro jî, bi yasayên otorîter, bi reftarên derqanûnî (bi jîngehên tengkirî ve) tê perçiqandin û cezakirin.

Ji bilî nûnerên civaka sivîl ya rexneyî û têkoşerên azadiyê, saziyên civaka sivîl yên ku hikûmetan rexne dikin, tûşî gelek bergiriyên yasayî, îdarî û zext û fişarên tên. Ev bergirî, ji şert û mercên burokratîk û sansûrê, ji kampanyayên biçûkkirin, reşkirin û bêrûmetkirinê pêk tên û hetta gefxwarina aşkera, tundûtûjî û cinayetan jî şimûl dike. Hikûmet, saziyên biyanî yên ku piştgiriya partnerên wan ên herêmî dikin jî raçav dikin. Di jiyana rojane de, qaşo bi mewzûata saziyên civaka sivîl, destûr tên betalkirin, wîze û serlêdanên tescîlê tên redkirin, ofîs tên girtin, hesab tên rawestandin, sazî wek “ajanên biyanî” tên tawanbarkirin, xebatkarên wan tên tehdîdkirin; ev kar û kiryar tenê parçeyekî van êrîşan in. 

Partnerên me ji bo mafên mirovî têdikoşin

Reftarên bi vî rengî bandoreke xerab li Heinrich Böll Stiftung a ku ji rewşenbîrên rexneyî, rojnamevan, parêzer, aktîvîstên jin û yên ekolojîst; aktîvîstên LGBTÎ û mafên mirovî ya ku xwedî torreke navneteweyî  ye, dike. Em piştgiriyê didin kesên xwediyê hişmendiya parastina mafên xwe ne, kesên ku ji bo bidestxistina vam mafên xwe têkoşîneke demokratîk û aştiyane didin, kesên ku li dijî zext û zordariyê ne, kesên ku hewl didin bo parastina çavkaniyên xwe yên aborî û ekolojîk yên ku pê debara xwe dikin û bi standardên civakî û dorhêlî xîret dikin ku mafên xwe yên mirovî bi dest bixin.

Weqfa me, piştgiriyê dide civakên herêmî yên li Arjantîn, Zîmbabve û Kenyayê jî. Çavkaniyên van civakan di bin gefa berbesvaniya mîneral, lîtyûm û elmasê an jî projeyên mezin yên binesaziyê de ne. Weqf, di vê mijarê de li gorî rêyên çareseriyê yên yasayî û peymanname û rêkeftinên navneteweyî tevdigere û girîngiyê dide vê yekê. Wek Peymannameya ILO’yê ya bi hejmara 169’ê; ev peyman bi taybetî parastina mafên civakên herêmî û bipêşxistina parametreyên civakî û polîtîk yên jiyana wan ya rojane ji xwe re dike armanc.

Aktîvîstên mafên mirovî, ekolojîst û sendîka, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî kedxwariyê her ku diçe zêdetir rastî zext û fişaran tên, ew hem ji aliyê alîgirên dewletê, hem jî yên serbixwe ve gefan dixwin û tên kuştin. Mirov, projeyên endustriyê yên mezin, bo nimûne çêkirina bendav û kendavan û xebatên bipêşxistin û derxistina komir û gaza siruştî û çavkaniyên din, protesto dikin. Civakên herêmî, herî zêde li dijî projeyên mezin yên endustriya cotkariyê bertekan nîşan didin; ew civak li dijî destwerdana xakê, çavkaniyên xwe yên aborî diparêzin. Saziya Global Witness û rojnameya The Guardinê di sala 2017’an de kuştina 197 aktîvîstên ekolojîst aşkera kir. Gelekê wan bi endustriya cotkariyê û projeyên dagirkirina çavkaniyên siruştî (petrol, gaza siruştî, komir, berbesvaniya mîneralê û endustriya cotkariyê) re mijul in. Li gelek welatan berjewendiyên polîtîk û ekonomîk, di nav hev de ne. Ji ber ku projeyên binesaziyê û fînansmaniya van projeyan yên bi rêya bankan û dewletê ji aliyê meclis an jî sektora girseyî ve tê kontrolkirin, kampanyayên sendîkayan zêde nayên hezkirin. Protestoyên li dijî dejenerasyon û desteserkirina xakê, bi awayekî stemkarane tên tepeserkirin. Bêdengkirina deng û daxwazên rexneyî, meyleke nû nîn e. Lê tiştê nû, dereceya vê yekê ye û ev tişt tenê di dewletên otokratîk de naqewimin. Donald Trump, Victor Orban, Jair Bolsonaro û Jarendra Modî (Hindistan) piştî ku desthilatî bi dest xistin û gelek demokrasiyên wek demokratîk û îllîberal tên binavkirin jî di bin bandora vê temayulê de ne.

Mafên mirovî û demokrasî bi hev re

Di nav şert û mercên kompleks de, çalakiya herî esas ya weqfekê ew e ku ew biryar bide ka gelo ji bo ku jiyana polîtîk ji demokrasî û mafên mirovî re zêdetir bûye qada manewrayê yan na. Divê ew weqf, ji bo vê yekê di mijara avakirina ewlehiya partner û xebatkarên xwe yên ku pê re hevkariyê dike de, xwedî hîseke esas be û nirxandineke aqlê selîm bike. Her wisa, divê car caran bergirî û tevdîrên pêwîst  bigire û eger ji bo manewrayê zêde cih nemabe, ji welat vekişe. Lê, ji bo piştgirîkirina mirovên cesûr, ji bo parastina mafên mirovî û ji bo bidestxistina qadên çalakiyê, em dixwazin alîkariya her kesî bikin û ji welêt venekişin.

Di dawiya dawî de, mafên mirovî û rûmeta mirovî, bingehên hemû nîzamên siyasî û demokratîk pêk tînin, lewma jî divê hemû çalakiyên polîtîk û ekonomîk vê yekê ji xwe re bikin armanc. Tenê bi vî awayî, her kes dikare bi rûmeta xwe û bi îradeya xwe ya azad jiyanekê bidomîne. Beşdarbûna polîtîk, mafê rêxistinê, mafê hilbijartina jiyaneke derveyî tundûtûjiyê, derveyî birçîbûn û tîbûn û zextê, azadiya hilbijartina temayula polîtîk û dînî; ev tişt hemû mafên mirovî ne û bingeha hemûyan 70 sal berê di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatiye avakirin. Heta ku ev maf neyên misogerkirin, demokrasiyeke liyaqî navê xwe ne mimkun e.

Ji utopyayê ber bi heqîqetê

Gerdûnî. Nikare bê dewrkirin. Nikare bê dabeşkirin. Rûmet û azadî ji bo her kesî. Em ji bo pêkanîna vê yekê dixebitin. Li seranserî cîhanê, armanca me û ya gelek mirovên cesûr eynî ye. Axirî, mafên mirovî ne aîdî “rojava” ye; ew maf tu carî nebûn “projeya” elîtên spî; çimkî mafên mirovî gerdûnî ne. Xebatên me yên rojane yên ku em li seranserî cîhanê bi partnerên xwe re dikin, xwe dispêre vê heqîqetê.

Mafên mirovî, demokrasî û berdewamkirina ekolojîk; ev hersê têgeh bingeha çalakiyên weqfa me pêk tînin. Em, meseleyên civakî, ekolojîk, zayenda civakî û polîtîkayê, li dor çarçoveya mafên mirovî û demokrasiyê difikirin û hêza me jî xwe dispêre vê yekê. Bo nimûne xwegihandina xakê, avê û çavkaniyan an jî meseleyên wek mafên zayînê, her û her arîşeyên mafên mirovî û kêşeyên beşdarbûna demokratîk in. Beşdarbûna parlemanên demokratîk û civaka sivîl, azadiya çapemeniyê, serdestkirina cudahiya rayeyê û serweriya dadweriyê, hem ji bo demokrasiyê pêwîst in, hem jî ev yek pêşşertê mafên mirovî yên mutleq in. Em xwe wek hamiyê van prensîbên demokratîk dibînin û di vê rêyê de kî bixwaze mafên xwe bi rêyeke demokratîk û derveyî tundûtûjiyê bi dest bixe, em alîkarî û piştgiriya wan dikin.

Civaka sivîl, mafên mirovî wekî xaleke werçerxê ya medenî dibîne, lê ev têrê nake. Divê ev maf di hemû çalakiyên sazî û dezgehên dewletê de, di hemû peymannemayên piralî de bibin referans û prensîbeke sereke. Herçend Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, mirovan û rûmeta mirovan bi taybetî li dijî despotîzma dewletê çiqas biparêze jî, parastin, berevanîkirin û bipêşxistina mafên mirovî tenê ji dewletan re maye. Mafên mirovî çawa tê parastin bila bê parastin, divê bê bipêşxistin. Çimkî (wekî dîjîtalbûn an jî civakên ku kalûpîr dibin) geşedanên teknolojîk û civakî, di meseleya yasayîkirin û pratîzekirina mafên mirovî de, zehmetiyên nû derdixe meydanê. Em çawa dikarin rûmet û îradeya azad ya mirovên ku êdî bûne kal-pîr û an di xweyîtîxaneyan de dijîn, biparêzin? Em çawa dikarin di înternetê riayete mafên mirovî bikin? Em dikarin li dijî raçavkirinên li ser înternetê, li dijî gotinên nefretê û li dijî tundûtûjiya zayendî çi bikin?

Çi sivîl, çi polîtîk, çi civakî, çi jî kulturî û aborî, mafên mirovî yekpare ne û bi hev ve girêdayî ne. Divê maf bi hevdu re neyên berawirdkirin, neyên tesnîfkirin û ji bo mafekî din neyên fedakirin; feraseta me ya polîtîk ya xwe dispêre mafên mirovî, demokratîk, ekonomîk, civakî, kulturî li ser van esasan ava bûye. Mafên mirovî gerdûnî ne, nayên dabeşkirin û nayên dewrkirin. Heinrich Böll Stiftung, van prensîban diparêze.

Barbara Unmüssig: Hevseroka Heinrich Böll Stiftungê

0 Comments

Şiroveyeke Nû Zêde Bike

Şiroveyeke Nû Zêde Bike