Em ji bo Tahir Elçi di şînê de ne!

Tahir Elçiyê ku wek Parêzgerê Mafên Mirovî yên Kurdan dihat naskirin hat qetilkirin, me ev bûyer wek Komela Heinrich Böll Stiftung bi dilekî xemgîn bihîstiye. Têkilî û hevkariyên Tahir bi ofîsa me ya Tirkiyê re hebûn, dostê me bû.

Elçiyê ku Serokê Baroya Amedê bû, vê Şemiya ku derbas bû, ji bo bidawîbûna şerê di nabêna Hêzên Ewlekarî û PKKê de daxuyaniyê çapemenî dianî ziman, Elçi piştî vê daxuyaniya çapemenî di navîna kolanê de bi awayekî ku hîn nehatiye diyarkirin hat kuştin.

Elçi piştî ku perwerdeya xwe ya hiqûkê xelas dike, diçe Almanyayê, li wir li Akademiya Hiqûka Ewropa perwerdeya hiqûka cezayê ya navnetewî û ya dadmendiya cezayê dibine. Elçi di sala 1966an de hatiye dinyayê, li herêma Kurdan parêzgeriya kesên ku ji binpêkirina mafên mirovî bêzar û mexdûr bûne kiriye. Elçi gelek caran hatiye girtin û ew bi xwe jî bûye mexdûrê îşkenceyan û gelek zor û zulimên din. Di meha Cotmehê ya ku derbasbûye de beşdarî bernameyeke televîzyonê bûye; di vê bernameyê de wisa peyiviye: “Her çiqas hin çalakiyên PKKê yên terorîstî hebin jî, PKK ne rêxistineke terorîst e, tevgereke çekdar ya sîyasî ye.” Piştî ku van ray û ramanên xwe di vê bernameyê de tîne ziman, di derbarê wî de doz tê vekirin û girtina wî tê daxwazkirin. Gelek tehdîtên mirinê lê tên kirin.

Bi kuştina Elçi ne tenê Tirkiye têkoşerekî xwe yê aştî û demokrasiyê wenda kiriye, Komela Heinrich Böll Stiftung jî hevalekî xwe yê pir taybet wenda kiriye. Di rewşa Tirkiye ya wisa dijwar de, ji bo ku hêviya pêşerojeke bi aştî û demokratik neyê wendakirin, pêdivîya bi mirovên wisa gelekî zêdetir e. Em ji hevjîn û her du zarokên wî re, ji hemû mirovên ku dilê wan jî wek yê me dişewitin re dibêjin ku 'bila sere we sax be.