Pirsa ku bi gorî hineka wekî “Pirsa Tirk”, bi gorî hineka jî wekî “Pirsa Kurd” tê binavkirin ku bingehên wê yên heyî xwe digîhîne qadên siyasî, civakî, çandî û aboriyê, ev sed sal in carekî din li hemberî me ye. Di vê heyamê de em carina bûn şahidê hêviyên aşîtî û çareseriyê, carina jî usa bû ku xemsariya şer û pevçûn dilê me reş kir.
Ji bilî çalakiyên pratîk û polîtîkayên cûrbecûr yên siyasetmedar û aktorên civakî, gelek saziyên sîvîl jî di demên hêviyên aşîtiyê bilind bûn de jî û her weha di demên xemsariyan de jî gelek panel û konferans û çalakiyên cûrbecûr pêkanîn. Ji ber vê yekê mirov bi awayekî dikare bêjê ku em di alî rêvebirin û bingehên dîrokî yên vê pirsgirêkê de bi têra xwe xwedî agahî ne.
Lê di derbarê “pêvajoya çareserî / aşîtiyê” de ku di çend salên dûmahî de carina ji raya giştî re vekirî, carina jî bi girtî tê meşandin de, hesta me ne heman tişt in. Em usa bawer dikin ku pêvajoya dumahî ya vê heyamê, divê ji aliyên cûrbecûr û bi perspektîfên ji hev cûda, carekî din bi ezmonên navnetewî were nirxandin û gengeşîkirin. Bi vê armancê em li İstanbul û Amedê bi navê “Ji Şer Ber Bi Aşîtiyê, Ji Pevçûn Ber Bi Çareseriyê” konferansek sazdikin.
Em dixwazin di vê heyama pêvajoyê de, gengeşiya analîzên çend salên dûmahiyê û qewimandinên bigûman yên paşerojê carekî din bi nêrînên cûda raxinîn ber çavan. Her çi qas di konferansekê de hemû aliyên pêvajoya çareserî / aşîtî neyên nirxandin jî, em hêvîdar in di van sê xalên sereke de em ê bikaribin gengeşiyên xwe bidomînin: “Hewldanên Çareserî û Aşîtiyê”, “Di Pêvajoyên Muzekarêyan De Bêçekbûn”, “Bi Perspektîfa Jinan Muzakere”.
Di beşa “Hewldanên Çareserî û Aşîtiyê” de dibe ku ev pirsên han rê li ber gengeşiyan vekin: Hevdîtînên yekser û neyekser ya salên dûmahiyê di navbera dewleta Komara Tirkiyê û tevgera kurd de bi rengekî çawa meşiya? Em bi perspektîfek dîrokî dikarin çawa nêzî van hevdîtînan bibin? Di hevdîtînan de li ser kîjan xalan hatine rawestandin? Hevdîtîn, li ser hêviyên aşîtî û çareseriyê bandorekî çawa daniye? Di hevdîtînan de rol û bandora aliyên sêyemîn û çavderên navnetewî çi ne? Di ezmonên navnetewî de pêvajoyên hevdîtînan bi çi awayî meşiya ne?
Di xala “Di Pêvajoyên Muzekarêyan De Bêçekbûn” de jî dibe ku hinek ji van pirsan were gengeşîkirin: Mirov dikare bêçekbûna aliyên hevdîtînan, wekî devjêberdana tevayî ya dijwariyê binirxîne? Di mînakên din ya cîhanê de, bêçekbûn di kîjan zirûf û astê de pêkhatine? Li Tirkiyê di derbarê bêçekbûnê de daxwaz û hêviyên aliyan çi ne? Bêçekbûn di kîjan rewşî de rê li ber çareseriyê vedike, di kîjan rewşî de têrî babetên pêvajoyê nake?
Xalekî din ya konferansê jî “Bi Perspektîfa Jinan Muzakere” ye. Di vê beşê de mirov dikare bersîva van pirsan bigere: Di pêvajoyên muzakereyê de xalên sereke ya perspektîfa jinan çi ne? Di pêvajoyên aşîtî ya civakî de serzêdeyê perspektîfa jinan çi ne? Bêyî ku dengê jinan hebe aşîtî pêk tê? Di ezmonên pêvajoyên muzakereyên a cîhanê de beşdarbûn an jî derkirina jinan bi çi şeklî bûne?
Bi hêviya ku ev çalakiya me û çalakiyên din yên bi vî rengî bikaribin di aşîtiya civakê de rolekê erenî bilîzin...
13’ê Çileya Pêşînê 2014’an,
Elît World Stenbol Hotêl
09.00-09.30 Qeydkirin
09.30-09.50 Axaftinên Vekirinê:
Îbrahîm Gurbuz, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Ulrîke Dufner, Komeleya Heînrîch Boll Stîftung
09.50-11.00 Rûniştina Vekirinê: Ji Du Perspektîfan Pêvajoya Çareserî / Aşîtî
Mahîr Unal, Serokwekîlê Koma Partiya Edalet û Pêşveçûnê (Hate vexwandin)
Îdrîs Balûken, Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (Hate vexwandin)
Moderator: Şîrîn Payzin, CNN Turk (Hate vexwandin)
11.00-13.00 Panela Yekemîn: Hewldanên Çareserî û Aşîtiyê
Ezmonên Cihanê, Alvaro de Soto, Weqfa Rêberiya Gelemperî
Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd De Hewldanên Yekser û Neyekser, Fehîm Işik, Rojnamevan-Nivîskar
Rol û Bandora Çavdêrên Navnetewî, Francesc Vendrell, John Hopkins SAIS Washington DC
Moderator: Ayhan Bîlgen, Parêzvanê Mafê Mirovan
13.00-14.30 NAVBER
14.30-16.30 Panela Duyemîn: Di Pêvajoyên Muzekarêyan De Bêçekbûn
Di Pevçûnên Dewlet û PKK’yê De Bêçekbûn, Cengîz Çandar, Rojnamevan-Nivîskar
Rêxistin Çima Çekan Berdidin? Harûn Ercan, Zanîngeha Koç
Ezmonên Cîhanê, Dîpuo Bertha Letsatsî-Duba, Kongreya Netewî a Afrîka, Parlamenter
Moderator: Şemsa Ozar, Zanîngeha Bogazîçî
16.30-17.00 Navbera Çay û Qehwe
17.00-19.00 Panela Sêyemîn: Bi Perspektîfa Jinan Muzakere
Di Pêvajoyên Muzakereyan De Jin, Nîmet Tanrikulu, Hewldana Jinan Ya Ji Bo Aşîtiyê
Di Pêkanîna Aşîtiyê De Jin, Yuksel Genç, Rojnamevan-Nivîskar
Ezmonên Cîhanê, Helen Scanlon, Zanîngeha Cape Townê
Moderator: Mehmet Tarhan, Redkarê Vucdanî / Çalakvanê Mafên LGBTÎ
14’ê Çileya Pêşînê 2014’an,
Hotêl Lîlûz Diyarbekir
09.30-10.00 Qeydkirin
10.00-10.30 Axaftinên Vekirinê:
Îsmaîl Beşîkcî, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Necdet Îpekyuz, DÎSA
10.30-12.30 Panela Yekemîn: Hewldanên Çareserî û Aşîtiyê
Ezmonên Cihanê, Alvaro de Soto, Weqfa Rêberiya Gelemperî
Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd De Hewldanên Yekser û Neyekser, Fehîm Işik, Rojnamevan-Nivîskar
Rol û Bandora Çavdêrên Navnetewî, Francesc Vendrell, John Hopkins SAIS Washington DC
Moderator: Ayhan Bîlgen, Parêzvanê Mafê Mirovan
12.30-14.00 NAVBER
14.00-15.30 Panela Duyemîn: Di Pêvajoyên Muzekarêyan De Bêçekbûn
Rêxistin Çima Çekan Berdidin? Harûn Ercan, Zanîngeha Koç
Ezmonên Cîhanê, Dîpuo Bertha Letsatsî-Duba, Kongreya Netewî a Afrîka, Parlamenter
Moderator: Nurcan Baysal, DÎSA
15.30-16.00 Navbera Çay û Qehwe
16.00-18.00 Panela Sêyemîn: Bi Perspektîfa Jinan Muzakere
Di Pêvajoyên Muzakereyan De Jin, Nîmet Tanrikulu, Hewldana Jinan Ya Ji Bo Aşîtiyê
Di Pêkanîna Aşîtiyê De Jin, Yuksel Genç, Rojnamevan-Nivîskar
Ezmonên Cîhanê, Helen Scanlon, Zanîngeha Cape Townê
Moderator: Mehmet Tarhan, Redkarê Vucdanî / Çalakvanê Mafên LGBTÎ