Leşker-Siyaset

For free

Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl

Di kevneşopiya dewleta Tirkiyê de, artêş di rewşeke desthilatdar de ye. Artêşê, vatiniya xwe bi ewlekariya welat ve sînor nake; her dem di kar û barên siyasî, civakî û aborî de jî xwedî helwesteke desthilatdar e. Artêşê, ji damezrandina komarê vir ve, sererast an bi awayên din, her dem hewl daye ku her qada jiyanê li gor ray û ramana xwe dîzayn bike. Artêş, di nav serweriya netewdewlet de bi rolekî navendî cîh girtiye û bi temsîlên xwe wekî Tirkiyeya nûdem hatiye lanse kirin. 
Têkiliya artêş û dewletê, hewce ye ku, li gor demokratîkbûna YE (Yekîtiya Ewropa), pêşketina civaka sîwîl, sîwîlbûyina siyasetê ji nuh ve bê nirxandin û li gor van prensîban têkeve rewş û statuyeke nuh. 

Em hêvîdar in ku bi van encamên konferansê, ango bi xebat, berhem û pêşniyarên lêkolînerên hêja ku di hemûyan de li ser têkîliya leşker û siyasetê hatine rawestîn, em bikaribin alîkariyekî ji lêgerîna çareseriyê re bikin da ku ev têkîliyê ku li ber demokratîzebûna Tirkiyeyê wekî gomekî mezin rê dixitimîne, êdî nebe asteng.

Product details
Date of Publication
Tebax 2009
Publisher
HBSD
Number of Pages
139
Licence
All rights reserved
Language of publication
Tirkî
ISBN / DOI
978-605-88952-2-5