Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod

For free

Ev nivîs ji civîna ku Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 5 û 6ê Nîsana 2008an de li Stenbolê bi navê “Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod” û ji civîna di 17-18yê meha yanzdem ya 2007an de li Mêrdînê bi navê “di fotograf de jin jî heye!” hatiye berhev kirin.

Ji bo ku civakek neheqî li yeka din kiribe, derveyî mirovatiyê tevgeriyabe û paşê bixwaze bi wê civakê re bijî, divê ku bi paşeroja xwe re hesab bibîne, paşeroja xwe bi rastî binirxîne. Yek ji şerdên parastina mafên mirovatiyê jî nirxandina rasteqînî ya paşerojê ye, ji bo pêkanîna demokrasiyê jî ev yek pir pêwîst û girîng e. Gava em ji nexweşiya înkar û sûcdariyê xelas bibin em dikarin hîmên demokrasiyê li dar xînin.

Di nivîsên di vê pirtûkê de, zanîn û agahiyên him teorîk him jî yên ji pratîkên welatên din yên di derheq girîngî û metodên cuda yên nirxandina paşerojê de hene. Niqaş û ramanên di derheq vê mijarê de yên li Tirkiyeyê jî di vê pitûkê de hene. Em hêvîdar in ku wê ev hemû nivîs ji bo nirxandina paşerojê ya li Tirkiyeyê bibe alîkar û rê li ber demokrasiyê pirtir veke. Lewra me xwest ku em van dîtin û ramanan bi raya giştî ya Tirkiye û ya navneteweyî re hevpar bikin.

Product details
Date of Publication
Tîrmeh 2007
Publisher
HBSD
Number of Pages
136
Licence
Language of publication
Tirkî